Di Serxwebûnê de Berxwedana Şikestûnê 

Nûçeyên Dosye

Şemî 27 Adar 2021 - 00:42

Yek ji bûyerên beriya destpêkirina şerê çekdarî yê PKK´ê yên ku îşaret bi berxwedêriya wê dikirin, Berxwedana Şikestûnê ye. Di vê berxwedanê de ji kadroyên destpêkê yên PKK´ê Ahmet Kurt (Kemal), Mehmet Kurt (Cemal) û Selman Dogru şehîd bûn. Dewleta Tirk a dagirker piştî şerî êşkence li temamê gundiyan kir. Ji rûspiyên gund, Mehmet Ozsoy bi êşkencêya 2 rojan 30´yê Adarê hat qetilkirin. Ji gundê cîran ê Şikestûnê, ji Mamicankê jî Suleyman Saruhan û Abdullah Yuce jî, bêyî ku tiştekî bibêjin, 200 metroyan li derveyî gund bi gulereşandinê hatin înfazkirin. Weşanên fermî yên PKK´ê wan weke sempatîzanên PKK´ê didin nasîn. Tevî ku ti tecrûbeya wan a şerî nebû jî, di şer de kadroyên PKK´ê yek jê serpêl du efserên Tirk û eskerekî Tirk ê dagirker kuştin. 
Ev berxwedan a 28´ê Adara 1980´yî li gundê Şikestûnê yê ser bi Dêrika Çiyayê Mazî bû. Berxwedana van kadroyên PKK´ê zûzûka li Kurdistanê hemûyî belav bû û li ser stran jî hatin çêkirin. Hunermend Zozan strana Çemê Şikestûnê got û paşê Hozan Şiyar jî ew stran wê bigota. Ev stran bû strana Hozan Şiyar ya herî zêde dihat naskirin*. Sala 2011´an jî bi navê Siya Şikestûnê Tûrcel, ji weşanên Aram romana Hogir Berbir derketibû. 
Lê gelo, weşanên fermî yên PKK´ê bi xwe çawa li vê berxwedanê nihêrîn? Ji bo em bersiva vê pirsê bibînin, me li arşîva Serxwebûnê nihêrî. Di hejmara Nîsana 1982´yan de hem bi Tirkî û hem jî bi Kurdî du nivîsên dirêj hatine weşandin. Em ê berê xwe bidin nivîsa bi Kurdî.     

Behsa şerî

Sernivîsa di Serxwebûnê de "Liberxwedana Şikestûnê riya serxwebûn û azadiyê ronahî dike" ye.** 
Ji bilî zimanê behsa lehengiya berxwedarên û zilma dagirkeran dike, ew têra xwe agahiyan kite bi kite dide. Di warê eskerî de em van agahiyan dixwînin: "Leşkeriyake ku jimara wê digihiya hezar kesan, 2 helikopter, panzer kariyeren xwe kirin hereketê û gundê Şikestûne kirin nava xaçikekê. Bi nezîkahî, şer quasî bîst deqan ajot û ji şûnde, şoreşkeren ku ta ber û qurşîna xwe ya dawiyê bê tirs li dij mijokdaran şerkirin, ji van şoreşgeran Ahmet KURT û Selman DOĞRU bi sunguyên leşkerên kedxwaran bûn û weke serradê. Herçawa ji hêla zêdebûn û teknîkî sazleşkerî û tanzîmî de kedxwar bi hêz bûn jî, bi harbûna ku sê partîzanên li hemberî wan bi berxwedaneke bilind disekinîn, bi vê harbûna xwe nasekinin û ji kuştina dû kesan şûnde Mehmet KURT li cihê şer digrin û li nava gund serê wî bi keviran dipelçiqînin." 

Ev agahî diyar e ji gund, ji şahidên bûyerê hatin wergirtin. Lê dewleta Tirk a dagirker bi vê nemaye. Ji ber ku fermandarê wê, efserek û eskerekî wê hatine kuştin, gundiyan hemûyan kom dike û êşkencê li wan dike: "… ji 7 ta 70 hemû gundiyên Şikestûnê, keç û jin, kal û pîr, zaro û zêçan komî serhev dikin û li nava gundê Şikestûnê bi erdêre dikşînin. Gundiyan bi sixêfên hovîtî di ceribînin. … Gundiyên Şikestûnê di bin gellek lêdan û hingavtin de derbasbûn şûnde, dibin zindan û hingavtinxanan." 

Qetilkirina sivîlan

Di nivîsê de behsa qetilkirina sivîlan jî tê kirin û hingê jî agahî kite bi kite hatine dayîn: "Gundiyakî Şikestûnê Mehmet ÖZSOY li pê gelek hingavtin û lêdanên fîzîkî de şehîd bû. Ordiya kedxwarên ku ji vê bûyerê du roja miriyê Mehmet ÖZSOY anîn gund, du gundiyên welatperwer ku di ve deme de li gund têne dîtin (Abdullah YÜCE û Süleyman SARUHAN) bê pirs û gotin ji hêla leşkerên ordiya devbixwîn de tên kuştin. Leşkeren kedxwaran ji bo hîssên xwe yên sadîstî têr bikin ev herdû gundiya dibin hêleke gund û didin ber qurşînê. Ev bûyera barbarî û hovîtiya kedxwariya sa-zûmana tirk cellatkarî û xwînrêjiya wiyê li ser Kurdistanê careke din tîne berçav." 

Piştî vê analîzeke têra xwe berfireh li ser Mêrdînê û deverê tê kirin, behsa tevgera PKK´ê tê kirin û pêşengên PKK´ê yên li deverê rê vekirine li ber xisleta berxwedanê.

Nivîs vê encamê ji berxwedanê û êrişkariya dewleta Tirk derdixe: "Dema êrişkariya kedxwarên burjuwa, yên Tirk ku ji xwînrêjiya Şikestûnê re rêç vekir, li Kurdistanê bi têkoşîna bi rêberiya PKK li dij hemû ajan, muxbir û xwesiparên kedxwarên Tirk û li hemberê saziya kedxwarê wer pêşve hatibû ku rengê dewIeta kedxwaran dihejiya û kedxwarên burjuwa êdî weke berê nikaribûn sazûmana xwe li ser lingan biseknandana." 

Nivîs piştî bibîranîna şehîdên Şikestûnê bi van sloganan bi dawî dibe: "KELEŞÊN ŞIKESTÛNÊ BÊ MIRIN IN! BIJÎ ŞERÊ LIBERXWEDANA RIZGARIYA NETEWÎ!

* Ibrahîm Bulak di nivîsa xwe ya 22´yê Nîsana 2020´an de bi navê "Kürt müziğinin sade ve zarif sesi: Hozan Şiyar" ya di Yenî Ozgur Polîtikayê de online hat weşandin, dibêje, pêşî Hozan Zozan di kaseta bi navê Zozan 2 de strana Çemê Şikestûnê gotiye. Ew digihîje wê qenaetê ku gotin û muzîka stranê "Xalid" çêkirine.
Bnr. https://www.ozgurpolitika.com/haberi-kurt-muziginin-sade-ve-zarif-sesi-hozan-siyar-8332

** Me awayê nivîsê li alfabeya îro anî, q û k li hev anîn; lê gava me ji ber nivîsê girt, me şaşiyên heyî û zimanê nivîsê weke xwe hişt. Ev nivîs û nivîsa bi Tirkî jî weke naverok îşaret bi yek nivîskarî dikin û ew jî anonîm dimîne. Nivîs di bergê de dest pê dike û di rûpelên 16 û 17´an de dewam dike.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.