- Rayedarên dewleta Tirk a dagirker piştî çalakiyê li pey hev daxuyanî dan û gotin, êriş bi 2 dronan hatiye kirin û îddîa kirin ku zirara wan çênebûye. Li gorî gotinan li ser pîsta balafiran bi teqînê re çalek çêbûye.
Şeva din jî (19ʼê Gulanê) Hêzên Parastina Hewayî ya Şehîd Delal êrişeke bir ser vê baregeha eskerî. Di daxuyaniya HPGʼê de tê gotin, çalakiya li dijî Fermandariya Navendî ya Jet a Bingehîn a 8ʼan a li Amedê bi awayekî serketî pêk hatiye. Herweha tê diyarkirin ku bandor û encamgiriya çalakiyê mezin e, û dagirker û rêveberên mêhtingeriyê xistiye nava tirseke mezin. HPGʼê da zanîn ku paşê wê der barê çalakiyê de agahiyên berfireh bide.
Li gorî daxuyaniyên rayedarên dewleta Tirk êriş bi 2 dronan hatiye kirin û zirara wan nebûye. Rayedarên dewleta Tirk dema balafira F-16 hatibû xistin jî qebûl nekiribûn, lê vê carê yekser daxuyanî dan ku êrişeke bi doranan hatiye kirin.
Êriş bi dronan hatiye kirin
Li Amedê, ji ber qedexeya derketina derve ya di çarçoveya pandemiyê de ku saet li nehê êvarê dest pê kir, her dever ket nava bêdengiyê. Ev bêdengî bi êrişa esmanî ya li dijî Balafirgeha Leşkerî ya Amedê xera bû. Saet li derdora duwanzdeh û nîvê şevê du teqîn li pey hev pêk hatin û dengê teqînan li tevahiya Amedê hat bihîstin. Piştî teqînan çûnûhatina ambûlans, wesayîtên agirkujiyê û erebeyên zirxî zêde bû. Di kêliyên ewilî de nehat zanîn dengê teqînê ji ku hatiye. Piştî nîv saetê, zelal bû ku li dijî Balafirgeha Leşkerî êrişeke hewayî pêk hatiye. Xelkê li derdora balafirgehê diyar kir ku ji ber dengê teqînan avahiyên wan hejiyan e.
Welatiyên malên wan li derdora balafirgehê dan zanîn ku piştî teqînan dengê çekan hatiye û wesayîtên zirxî, ambûlans û wesayîtên agirkujiyê çûne balafirgehê.
Heta nîvrojê balafir ranebûn
Bi dû teqînan re lampeyên li balafirgeha leşkerî hemû hatine tefandin û maşîneyên zirxî jî xelkê derdorê hişyar kirin ku lampeyên xwe vemirînin.
Rayedaran her çiqasî daxuyanî da û îdîa kir ku xesarek çênebûye jî lê der barê xisara li balafirgehê de ti agahiyek belav nekirin.
Tê gotin, piştî êrişa esmanî li dijî Balafirgeha Leşkerî ya Amedê, li cihê balafir jê radibin (li pîstê) çaleke mezin çêbûye. Balkêş e ku balafirên şer ên her serê sibehê ji balafirgehê radibûn, doh heta saet 11.00’an ranebûn. 2 balafirên şer piştî saet 11.00’an rabûne jî ji pîsta balafirên sivîl rabûne.
Beriya bi 5 salan jî têkoşerên Kurd balafireke F-16 li balafirgeha vê baregehê xistibûn xwarê.
NAVENDA NÛÇEYAN