Di şanoyê de rengê jinê

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 1 Tebax 2022 - 21:15

  • Jinên di nava xebatên şanoyê de cihê xwe digirin li ser xebatên xwe hest û nihêrînên xwe anîn ziman. 

Jinên di nava xebatên şanoyê de cihê xwe digirin li ser xebatên xwe hest û nihêrînên xwe anîn ziman.

Jinan got, "Em her kêlî hestên xwe ji berê xurttir dikin. Em timî xwe di milê şanoyê de perwerde dikin û tevgera xwe berfirehtir dikin, ji bo ku em bibin çav, ziman, reng û dengê civakê."

Ji Rêveberiya Koma Şanoyê ya Çand û Huner a Baqî Xido ya Kantona Kobanê, Leyla Ehmed di destpêka axaftina xwe de got, "Şano jixwe rastiya civakê ye, ez bi vî çavî li şanoyê dinihêrim. Her wiha hezkirina min jê re gelek e. Ev 10-15 sal in, ez di şanoyê de rola xwe dikim. Di heman demê de jî ez jinên di nava civakê de perwerde dikim ji bo ew jî ji beşa şanoyê hez bikin. Dema ku ez cihê xwe di şanoyê de digirim, ji min re şano nirxekî pirr buha û pîroz e. Ji ber ku ez rastiya azadiya xwe di hundirê şanoyê de dibînim, her wiha ez hestên xwe, êşên xwe, hêz û vîna xwe ya mezin di hundirê şanoyê de pêşkêşî civakê dikim.

Dema di nava huner de ez tiştekî meraq bikim yan jî bala min biîe ser, pêwîstiya min bi pratîkên wê heye."
 

‘Sînoran çênekin’ 

Leylayê got, “Ez her dem dixwazim ku li pey şanoyê û kûrahiya wê, lêgerînan bikim û lêkolînên xwe yên cûda pêk bînim. Ez ji her jinê û ji kesên din daxwaz dikim ku xwe di warê şanoyê de bi pêş bixin, ji xwe re ti sînoran çênekin û astengiyan qebûl nekin. Ez sala 1999'an tevlî xebatên şanoyê bûm. Ez bezê û reqsê dikim. Di heman demê de jî endama şanoyê me, ez pirr ji şanoyê hez dikim. Ji ber ku ez xwe di nav de temam dikim. Gelekî tê de jêhatî me. Ji ber ku demeke dirêj e vî karî dikim. Min li Efrînê dest bi karê şanoyê kir, pişt re ez çûm Helebê jî. Ez li wê derê jî xebitîm. Piştî wê jî ez a niha li Kobanê me."

‘Rengekî xweşik û cuda ye’

Emelê di dawiyê de got, "Ez pirr hez dikim jinên weke min ji Efrînê, ji Kobanê ji tevahî cîhanê, werin xwe di şanoyê de bibînin ka jin bi çi rengî xuya dike. Ji ber ku bi rastî di şanoyê de rengê jinê, rengekî pirr xweşik û cuda ye."

Şanogera Navçeya Sirînê Leyla Qehro, di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku ew weke jineke ciwan li hemberî her astengiyê bûye bersiv û dev ji şanoya xwe bernedaye: "Ev 4 sal in ez xebata şanoyê dikim, ez di van salan de fêrî gelek tiştan bûm. Em di her kêliyê de hestên xwe ji berê xurtir dikin. Em timî xwe di milê şanoyê de perwerde dikin û tevgera xwe berfirehtir dikin, ji bo ku em bibin çav, ziman, reng û dengê civakê. Ez niha dixebitim ku di pêşerojê de mohra me ya taybet di rûpelên dîrokê de hebe. Ji ber vê jî kedeke mezin em didin. Dema diçim cihekî her tim li derûdora xwe dinihêrim bê ka ez dikarim çi rastiyê di şanoya xwe de derxim pêş."

JINNEWS/KOBANÊ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.