Di salvegera Jîna Emînî de banga grevê

În 13 Îlon 2024 - 02:57

Partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl û parêzvanên mafê mirovan ji bo salvegera 2’yan a serhildana Jin Jiyan Azadî ku bi qetilkirina Jîna Emînî dest pê kiribû, banga greva giştî kirin. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin zext û zordariyên rejîma Îranê yên li Rojhilatê û Îranê gihaştiye asta herî zêde û bang kirin ku her kesî piştgiriyê bide grêvê.

Partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl û parêzvanên mafên mirovan ji bo 16’ê Îlonê, salvegera qetilkirina Jîna Emînî banga greva giştî kirin. Gelek rêxistin û saziyên civakî diyar kirin ku ew ê tevlî greve bibin.

Dayikên Dadê naçin ser kar

Dayîkên Edaletê ên Kurdistanê daxuyanî dan û gotin: “16’ê Îlonê salvegera şahadeta Jîna Emînî ye û destpêka şoreşek mezin ku heskirî û zarokên me ji bo serkeftinê canê xwe feda kirine. Di arîfeya salvegera duyem ya destpêka şoreşê û şahadeta gelê Kurd de, em piştevaniyê didin banga aktivîstên sivîl ya ji bo greva giştî, em bang dikin ku hemû malbat hev hembêz bikin û serdana goristanên heskiriyên xwe bikin. Em ji gelê Kurd dixwazin di roja 16’ê Îlonê de bimînin di mal de û neçin ser kar û firoşgeh û marketan bigrin.”

20 rêxistinên civaka sivîl di daxuyaniya hevpa der ragihandin ku wê piştevaniyê bidin çalakiyên greva giştî.

Di daxuyaniya hevpar de hate diyarkirin ji dema ku Jîna Emînî hatî qetilkirin heta niha li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê binpêkirinên mafan gihaştiye asta herî zêde, girtinên kêfî, êşkence, înfaz û zextên sîstematîk bûne pêkanînê giştî yên rejîma Îranê. 

Bang li civaka navnetewî

Bi domdarî ev tişt hatin gotin: ‘’Tevî şermezarkirina navneteweyî jî, rayedarên Îranê li dijî Kurdan û dengên muxalîfên din zextek bê eman berdewam dike. Li beramberî vê rewşê pêwîstî bi çalakî û seknek hevpar heye! Di arîfeya salvegera duyem ya qetilkirina Jîna Emînî de, di nava welat de aktîvîstên sivîl û mafê mirovan bang kirin ku wê di roja 16’ê Îlona 2024’an de li giştî Rojhilatê Kurdistanê greva giştî li darbixin. Em rêxistinên mafê sivîl û mirovan ên ku li xwarê hatî rêzakirin, piştevaniya vê bangê dikin. Em bang dikin ku hemû beşên civaka Îran û Kurdistanê  bi seknek sivîl û aştiyane beşdarî greva giştî ya were li darxistin bibin. Di heman demê de em bang li civaka navnetewî dikin ku hê zêdetir balê bidin ser binpêkirinên mafê mirovan ên li Îranê li beramber mirovên Kurd tên pêkanîn.”

MA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.