Di salekê de ‘Awazên Wendayî’

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 22 Kanûn 2021 - 22:03

  • Strana "Awazên Wendayî"ya bi 6 zimanên pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê cara yekemîn li ser dika Navenda Çand û Huner a Tebqayê hat pêşkêşkirin. 

Strana "Awazên Wendayî"ya bi 6 zimanên pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê cara yekemîn li ser dika Navenda Çand û Huner a Tebqayê hat pêşkêşkirin. 

Klîpa “Awazên Wendayî” yek ji xebatên dawî yên Hunergeha Welat e û amadekariya wê salekê dewam kiriye. Klîp bi 6 zimanan hatiye çêkirin:

Kurdî, Erebî, Suryanî, Çerkesî, Ermenî û Tirkmenî.

Bi beşdarbûna bi sedan şêniyên Tebqa, nûnerên rêveberiyên sivîl ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, meclisên leşkerî, partiyên siyasî, ciwanên şoreşger û nivîsgehên jinan, cara yekemîn e strana "Awazên Wendayî" tê pêşandan.

Derhênerê stranê Bêkes Darî bi 6 zimanan ango Erebî, Kurdî, Suryanî, Ermenî, Çerkesî û Tirkmenî bi xêrhatina beşdaran kir. Dûv re belgefilmeke bi qasî 30 deqeyan li ser amadekirina derxistina klîba "Awazên Wendayî" hate nîşandan. Gelek axaftin hatin kirin, tê de malavahiya her kesên ku ev xebat bi serxistiye hat kirin û hêviya serketinê hat xwestin.

Mîras û folklora pêkhateyan

Ev stran ji awaz û gotinên mîras û folklora gel a pêkhateyên herêmê ye. Derhêner û amadekar Delîl Mîrsaz û Bêkes Darî ne. Hunermendên beşdarî stranê bûne jî ev in: 

Melek Yetîm, Yasmîn El-Esker, Şadî Serhan, Munellah Tamê, Delîl Mîrsaz, Elî Dawûdî, Efrîn Enwer Bîlal, Sîmav Darî, Mîlad Hebîb Somî, Mistefa Mihemed El-Elî, Sîdra Demircî, Hovîk Kêvork, Zeyneb Îshaq, koma Yarsona ya Suryan, koma Biroz a Çerkes, koma Reqa ya hunerên gel, koma Tebqa ya hunerên gel û Komîna Govenda Rojava.

Çavdêriya mûzîkê Mehmûd Berazî kiriye, karê belavkirinê yê Serxwebûn Zeyno ye. Mihemed Bilko li tembûrê, Heval Hozan li zirnê dane. di koroyê de jî Nesrîn Botan, Sumeya Serêkaniyê, Çîmen Osman, Sîmav Darî, Hozan Wezîr, Îvan Mihemed, Yûsif Osman, Demhat Kor, Delîl Mîrsaz û Evîn Enwer Bilal hene.

Hunermend hatin xelatkirin

Di dawiya pêşandana stranê de, navendên ku beşdarî vê xebatê bûne  hatin xelatkirin. Di nava xebatê de Navenda Minbicê ya Çand û Huner, Komeleya Çerkes a Xêrxwazî ya Çandê, Navenda Tebqa, Mîrasa Tebqa, Navenda Reqa, Koma Reqa, Komeleya Suryan, Komîna Govenda Rojava, Navenda Çiyayê Kurmênc a Şehba, navenda Cemîl Horo ya Helebê, koma Mezopotamya ya Çand û Hunerê Demokratîk, Hunergeha Şehîd Welat cihê xwe girtin. Her wiha hunermendên stran gotin jî hatin xelatkirin.

Bêkes Darî spasiya tevahî saziyên Rêveberiya Xweser û Hêzên Ewlekariya Hundirîn kir ji ber ku di serketina vê xebatê de bûne alîkar.

Lînka klîpê li jêr e;

https://youtu.be/vwk_vexx7Iw

ANHA/TEBQA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.