Jina bi navê Leslie Dart ku ji Kanadayê ye, di rojekê de 4 hezar û 545 dar çandin. Wê li erdeke ku agir pê ketibû geriya û şitlên daran ên di destan de bi riya bêrek piçûk xist nav axê. Wê bi vî awayî di çend mehan de bi tevahî 372 hezar dar çandin.
Leslie Dart dîmenên xwe yên dema çandina daran li ser TikTokê parve kir û ev dîmenên wê ji hêla 9 milyon kesî ve hate temaşe kirin. Leslie Dart nexasim havînan di dema betlaneyê de ev kar pêk tîne û wê heta niha li gelek daristanên şewitî şitlên daran çandiye. Dart ji bo karê ku dike got; “Ez bi vî karî pirr tatmîn bûm. Hin rojan gelek zehmet bû, di bin germahiyeke zêde de ez xebitîm. Lê di warê zihnî de mirov bi hêztir dibe. Divê ji bo vî karî mirov her tim hazir be û dema wext dît qet texsîr neke û bê dudilî pêk bîne.”
Leslie Dart dide zanîn ku çandina daran nihêrînên wê guhertiye û dema wext dibîne ew diçe nav wan darên ku çandiye. A rast li Kanadayê ev kar bi destê şagirtên zanîngehê pêk tê û ji vî karî pereyekî jî qezenc dikin lê wekî din jî gelek kes bi dildarî karê çandina daran dikin da ku daristanên şewitî ji nûve geş û gur bibin.
OTTAWA