• Li Qibrisê ji bo ku PKK ji “lîsteya terorê” bê derxistin, di çarçoveya kampanyayê de di rojekê 3 hezar û 500 îmze hatin berhevkirin.

Li Qibrisê ji bo ku PKK ji “lîsteya terorê” bê derxistin, di çarçoveya kampanyayê de di rojekê 3 hezar û 500 îmze hatin berhevkirin.

Li Kurdistan, Ewrûpa û seranserê cîhanê kampanyaya îmzeyan a ji bo derxistina PKK’ê ji “lîsteya terorê“ dewam dike. Di çarçoveya kampanyayê de li Qibrisê di rojekê de 3 hezar û 500 îmze hatin berhevkirin.

Meclîsa Gelê Kurd a Qibrisê di kongreya xwe de armanc kirîbû ku her endamê meclîsê ji bo ku PKK ji “lîsteya terorê“ bê derxistin 500 îmzeyan berhev bike.

Meclîsa Gelê Kurd a ji 35 kesan, her roj li navendekê dezgeha îmzeyan datîne û îmzeyan berhev dike. Hate diyarkirin ku di nava rojekê de 3500 îmze hatine berhevkirin.

ANF/LEFKOŞA