MAHMÛT ALTINTAŞ / MA / RIHA

Her çiqas perwerdehiya fermî ya zimanê kurdî li Tirkiyeyê hatibe qedexekirin jî sazî û dezgehên kurdî di xebatên ferheng, rastnivîs û pirtûkên zimanzaniyê de her sal pêş ve diçin, polîtikayên pişaftinê yên dewletê jî pûç dikin. Zimanzan Samî Tan ku di xebatên rêzimana kurmancî de cih digire û di vî warî de gelek berhem jî nivîsîne, xebatên rastnivîsa kurdî, polîtîkayên pişaftinê û rewşa zimanê kurdî ya niha ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re nirxand. 

Divê statû hebe 

Tan destnîşan kir ku pirsgirêka herî mezin a li pêş ziman bêstatubûn e û got;"Kêmasî û pirsgirêka ziman a mezin bêstatubûn e. Gelê kurd hê jî ne xwediyê statuyekê an otoriteyekê ye ku hemû kurdan bîne cem hev û ji aliye rastinivîsê ve pîvanan bide ber wan û tiştekî hevpar derxe hole. Heta kurd nebin xwedî statû, ziman jî nabe xwedî statû. Divê hişmendiya hezên desthilatdar a yek rengî bê guhertin. Heke em ê bi hev re bijîn divê em li hev bikin. Rewşa heyî em Kurd qebûl nakin, tu kes jî qebûl nake. Divê ev rewş biguhere û li ser bingeheke demokratîk li hev kirinek çêbibe û Kurd jî bigihêjin mafên xwe yên demokratîk. Wê demê jî em dikarin qala statûya ziman bikin."

Polîtîkayeke ziman divê 

Tan diyar kir ku di warê ziman de bê polîtika bûn yek jî xetereya herî mezin a li pêş zimanê kurdî ye û ev rexne kirin: "Di asta gel de nexweşiya herî xirab a ji ber pişaftinê derketiye holê malbat, zarokên xwe bi kurdî mezin nakin. Xetereya herî mezin a li ber zimanê kurdî ev e. Di asta siyasî û rewşenbîriye de jî mixabin hê jî polîtikayek û plansaziyeke me ya ziman tune ye. Mixabin di vî warî de hişmendiya qadroyên siyasî qels e. Saziyên ku bi ziman re eleqadar in jî ne xwedî wê hêze ne ku bandorê li ser siyasetê bikin."

Zarok bi tirkî mezin dibin

Tan da zanîn ku hejmara axaftina bi Kurdî di van salên dawî de her ku diçe kêm dibe û wiha got;"Saziyên pişaftinê yên dewletê di van demên dawî de heta gundan belav bûn. Yek jî dewletê bi polîtikayên asîmîlasyonê daye rûniştandin ku zimanê kurdî bi kêrî tiştekî naye, heke hûn bixwazin derfetan bi dest bixin divê dev ji Kurdî berdin. Gelek kes hene ku dibêjin ji ber ziman me gelek zilm dîtiye em naxwazin zarokên me jî bi heman pêkanînan re rû bi rû bimînin ji ber wê jî tevî ku tirkî nizanin zarokên xwe bi tirkî mezin dikin."