Di nobeta edaletê de fitar

Çarşem 6 Nîsan 2022 - 22:27

  • Ferît Şenyaşar, di çalakiya doh de bang li her kesî kir da ku li ber deriyê edliyeya Rihayê bi hev re bifitirin. 

Ferît Şenyaşar, di çalakiya doh de bang li her kesî kir da ku li ber deriyê edliyeya Rihayê bi hev re bifitirin. Yadê Emîne Şenyaşar jî got, “Êdî taqeta min nemaye ku xwe li tiştên qewimîn ragirim. Êdî bes e.” 

Xizm û parastvanên parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê Hezîrana sala 2018’an de li Pirsûsê êrişî dikana malbata Şenyaşar kir.

Di êrişê de hevjîn û du kurên dayika Emîne Şenyaşar piştre li nexweşxaneyê hatin qetilkirin û kurê wê Ferît Şenyaşar jî bi birîndarî xelas bû. Ji bo dîtina kujeran û dadgehkirina wan û ji bo berdana kurekî xwe yê di hepsê de, Emîne Şenyaşar tevî kurê xwe Ferît 9’ê Adara 2021’ê li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kiribû. Çalakiya malbatê di roja 395’an de dewam dike. 

Emîne û Ferît Şenyaşar doh sibehê jî ji Pirsûsê çûn ber deriyê Edliyeya Rihayê û li “Quncika malbata Şenyaşar” dest bi çalakiya xwe kirin.

Di çalakiyê de pankartek hat daliqandin. Li ser wê wiha hatibû nivîsandin: “Hevjîn û du kurên min li nexweşxaneyê qetil kirin lê kesek jî nehatiye girtin! Bi fermana serdestan kurekî min ev 4 sal in di hucreya yekkesî de tê ragirtin. Dixwazim ku kurê min zûka were berdan.

Edalet ji bo malbata Şenyaşar û her kesî.” 
 
Nifira yadê Emîne li wan dibe

Di çalakiyê de doh Ferît Şenyaşar got, Nobeta Edaletê di bin “zilmê” de dewam dike: “Em di meha Remezanê de ne. Meha Remezanê, meha lihevhelalkirinê ye. Ev 394 roj in dayikek li ber deriyê edliyeyê li benda edaletê ye. Kurekî wê di hucreya yekkesî de tê ragirtin, hevjîn û du kurên wê jî hatine qetilkirin. Lê kesek jî nehatiye girtin. Rayedarên welêt, bi munasebeta meha Remezanê peyaman didin. Dibin hevkarê vê zilmê û bi malbatên wan re fitarê dikin. Ez bang li rayedaran dikim, bi wijdan bin, biedalet bin. Kesekê ku nifira dayikekê lê hatibe kirin, ti carî îfleh nabe. Ne îslamiyet û ne jî mirovahî vê qebûl nake.” 

Werin bi me re bifitirin 

Şenyaşar wekî din her kes vexwend da ku bi wan re di nobeta edaletê de bifitirin: “Em ê dîsa fitara xwe li pêşiya edliyeyê bikin. Em her kesî vedixwînin fitarê. Remezan, meha parvekirinê ye. Em ê jî îro li pêşiya edliyeyê fitara xwe bikin û nanê xwe bi her kesî re parve bikin.” 

Yadê Emîne Şenyaşar jî got, “Mala min xera kirin. Nikarim li malê rûnim. Her kes di nava zarokên xwe de ye. Ew ê li dinyaya din çawa hesabê vê bidin? Bila kurê min berdin da ku ez jî biçim mala xwe. Edalet nîne. Ez bi rojî me û nexweş im. Heke bimrim jî bila mirina min li ber deriyê edliyeyê be. Êdî taqeta min nemaye ku xwe li van tiştan ragirim. Êdî bes e.”

MA/RIHA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.