Sîban Şêx Muhammed 14 salî ye û li bajarê Amûdê yê Rojava dijî. Beriya çend mehan bi kartonên nav malê fîgûran û her wiha bi malzemeyên besît wesayît û amûrên bi cereyan yên malê çêkir. Sîban cara ewil keştiyeke piçûk ya ku di nav avê de dikare here çêkir û vê keştiyê ew pirr kelecanî kir. Bi vê kelecanê ew bêhtir bala xwe da tiştên bi vî rengî û xwe li tiştên nû ceriband. Vê bextewariya wî ew teşwîqî hin afirîneriyên din kir. Sîban têra xwe afirîner e lê belê malzemeyên ku ew pê bixebite pirr kêm in û malzemeyên ku ew dixwaze li ber destê wî nînin. Lê li gel vê bêderfetbûnê jî ew dîsa li ber xwe dide û dixwaze tiştên nû çêbike.
Xeyalên wî hene
Sîban dibêje, “Heger malzemeyên ez dixwazim li ber destê min hebin ez dikarim gelek amûran çêbikim ku mirov jê sûd bigirin, ez dikarim amûrên rastîn jî çêbikim tenê ne pêlîstok. Niha ez difikirim ku klîmayeke bi gazê dixebite çêbikim. Her wiha li ser enerjiya rojê jî dixebitim û dixwazim xwe di vî warî de pêş bixim. Ji bo ez xeyalên xwe pêk bînim dixwazim di şîrketeke ku bi van karan re mijûl e de bixebitim.”
NAVENDA NÛÇEYAN