• Li Başûrê Kurdistanê, tenê di nava mehekê de, di êrişên dewleta Tirk a dagirker de 3 zarok şehîd bûn.

Li Başûrê Kurdistanê, tenê di nava mehekê de, di êrişên dewleta Tirk a dagirker de 3 zarok şehîd bûn. Di van êrişên terorîst ên dewleta Tirk de bi giştî 10 welatî şehîd bûn û 12 welatî jî birîndar bûn. 

Dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe yên bi armanca tinekirina Kurdan li dijî Başûrê Kurdistanê dewam dike. Di mehekê de dewleta Tirk a dagirker 10 welatî şehîd kirin û 3 ji wan  zarok bûn. 

Di 17’ê Gulanê de li kolana Bextiyarî ya Silêmaniyê MÎT’a Tirk êrişî welatparêzê Kurd, penaberê siyasî yê ji Bakurê Kurdistanê û Xwediyê Xwaringeha Denîz, Mihemed Zekî Çelebî kir û ew şehîd kir.

Di 21’ê Gulanê de li gundê Tuteqele Axcelar a Çemçemala ser bi Silêmaniyê de di êrişa dewleta Tirk a li dijî wesayîtekê de 5 kesan jiyana xwe ji dest da û kesek jî birîndar bû. Di nava wan de  Aram Kake Xan û Îsmaîl Îbrahîm ku pismanê hevbûn jî hebûn. Aram Kake Xan keyayê gund bû.

Heman rojê balafira bê mirov ya dewleta Tirk a dagirker wesayîtek li navenda Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bombe kir û di encamê de welatiyê bi navê Hacî Mîrza şehîd bû.

Di 26’ê Gulanê de jî li herêma geştiyariyê ya Zêwe ya Bamernê ya Amediyê di bombebarana dewleta Tirk a dagirker de Yusif Hacî û Revend Hoşyar Muhsîn, her du jî zarok bûn, şehîd bûn.

Di 15’ê Hezîranê de balafirên bê mirov ên bi çek ên dewleta Tirk  Meclîsa Gel a Sinûnê û Kirtasiyeyeke di nava bazarê de bombe kir. Di êrişê de zarokekî 12 salî yê bi navê Selah Nasir şehîd bû û 7 welatî jî birîndar bûn.

Artêşa Tirk a dagirker  di 15’ê  Hezîranê de gundê Perex ê nahiya Derkar a Zaxoyê jî topbaran kir. Di topbarên de bav û kurê xwe li nav erdên xwe birîndar bûn.

Di 4’ê Hezîranê de Parlamenterê Herêma Kurdistanê Zikrî Zêbarî ragihandibû ku ji sala 2015’an ve 150 sivîl di encama êrişên dewleta Tirk de şehîd bûne û 133 jî birîndar bûne.

NAVENDA NÛÇEYAN