Di mehekê de 6 Kurd îdam kirin

În 8 Nîsan 2022 - 22:36

  • Komeleya Mafên Mirovan a Kurdistanê (KMMK) li ser binpêkirina mafên mirovan li Rojhilatê Kurdistanê rapora xwe ya Adarê amade kir. 

Komeleya Mafên Mirovan a Kurdistanê (KMMK) li ser binpêkirina mafên mirovan li Rojhilatê Kurdistanê rapora xwe ya Adarê amade kir.

KMMK´yê got, Rejîma Îranê di Adarê de 6 Kurd bi dar ve kirine. Komeleyê da zanîn ku ji ber ku dewleta Îranê rê nade rêxistin û komên mafên mirovan bixebitin, rapor temam nîne, tenê beşek ji binpêkirinên mafên mirovan nîşan dide.

Li gorî raporê bîlançoya binpêkirinên mafan di Adarê de wiha ye:

* 6 kes kes hatin îdamkirin û biryara îdamê li ser 2 kesan hatiye ferzkirin.

* 2 kolber ji aliyê hêzên dewleta Îranê ve hatin qetilkirin û herî kêm 37 kolber jî birîndar bûn.

* 120 çalakvanên sivîl û siyasî ku ji wan 7 kes jin in, ji aliyê hêzên Îranê ve hatine destgîrkirin. Ew ji bajarên Şino, Ûrmiye, Kirmaşan,

Mehabad, Xuremabad, Îlam, Hemedan û Loristanê bûne. Bi giştî 47 sal cezayê girtîgehê li 16 kesan hatiye birrîn.

* Herî kêm kesek ji ber teqîna wan mayinan jiyana xwe ji dest daye.

Di dawiya raporê de jî KMMK´ê bang li gelê Kurdistanê dike da ku li hemberî binpêkirinên mafên xwe yên qanûnî û xwezayî têbikoşin û her cure binpêkirina mafan biweşînin.  

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.