Di mehekê de 3 kolber hatin qetilkirin

Şemî 4 Mijdar 2023 - 00:49

Êrişên leşkerên dewleta Tirk a dagirker û rejîma Îranê yên li ser sînorê Bakur û rojhilatê Kurdistanê li dijî kolberan berdewam dikin. Di meha Cotmehê de di encama êrişên leşkerên her du dewletan de, 3 kolber hatin qetilkirin û 10 jê giran bi giştî 27 kolber jî birîndar bûn. Gelemperiya bûyerên mirin û birîndarbûnê di nava sînorê Îranê de qewimîn û hat zanîn ku yek ji kolberên hatiye qetilkirin di bin 18 saliyê de bû.

Hêjayî gotinê ye di 10 mehên ewil ên sala 2023’yan de di encama êrişên çekdarî yên li ser sînorê Bakur-Rojhilat de herî kêm 25 kolber hatin qetilkirin û yên herî zêde hatine qetilkirin jî ji bajarê Kirmaşanê bûn.

8 kolber birîndar bûn

Herwiha roja Pêncşemê, 8 kolberên xelkê Ciwanroyê ji ber gullebarana rasterast a hêzên rejîma Îranê de li sînorê Newsûdê birîndar bûn.  

Hêzên rejîmê bêyî hişyariyekê bikin rasterast gulle li kolberan reşandin. Hat zanîn ku rewşa giştî ya van kolberên birîndar baş e. 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.