Di koma Iraqê de jin nînin

Nûçeyên Jiyan/Civak

Sêşem 23 Tîrmeh 2024 - 00:05

Wê Iraq bêyî werzişvanên jin tevlî Olîmpiyatên Parîsê bibe, di tîmên werzîşê yên Iraqê de ti jin nîne. Somalî jî welatek dine ku bêyî werzişvanên jin wê tevlî olîmpiyatê bibe. Ji Iraqê bi giştî wê 26 werzişvan tevlî Olîmpiyatên Parîsê bibin û hemû jî zilam in. Di nav werzişvanên Lîbya, Sudan, Suriye û Yemenê de herî kêm jinek tê dîtin. Olimpiyata Parîsê piştî 128 salan cara ewil e hevsengiya zayendî tê kirin, di van olimpiyatan de hejmara werzişvanên jin û mêr wê wekhev be û wê girîngî ji bo çalakiyên jin tevlî bibin were dayîn. Wê Olîmpiyata Parîsê di navbera 26’ê Tîrmehê heta 11’ê Tebaxê de pêk bê. Tê gotin xerca wê nêzî 8 milyar dolar e. Wê ji 204 welatan, bi giştî 10 hezar û 500 werzişvan ji bo madalyayê bikevin nava pêşbirkê.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.