Di hîmê edliyeyê de li edaletê geriya 

Şemî 5 Hezîran 2021 - 01:41

Emîne Şenyaşar a lêgerîna edaletê didomîne, bi lorandinê, hîmê avahiya edliyeyê bi destê xwe kola û li “edaletê” geriya. 

Çalakiya nobeta “Edaletê” ya Malbata Şenyaşar a li pêşiya Edliyeya Rihayê di roja 89’an de dewam dike. Malbat doh serê sibê çû pêşiya edliyeyê û çalakiya xwe da destpêkirin. 

Malbatê, piştî ku nobeta xwe da destpêkirin, ji bo ku daxwaznameyê bide Serdozgeriya Komarê ya Rihayê, kete avahiya edliyeyê. Malbata Şenyaşar têkildarî komkujiya li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê dixwaze li 23 kesên ku dozger ew tespît kirine, doz were vekirin. Malbatê heta niha gelek daxwazname dane dozgeriyê. Serdozgeriya Komarê daxwaza hevdîtinê ya malbatê dîsa red kir. Li ser vê, Emîne Şenyaşar li baxçeyê edliyeyê lorand û bi gotina “Xwedayê min ma tu van tiştên ku dibin nabînî?” Polêsan nûçegihanê MA´yê jî asteng kir. Dayik û kurê wê yên ji baxçeyê edliyeyê derketin, çûn cihê înşaeta avahiya mezinkirina edliyeyê. 

Emîne Şenyaşar bi lorandinê, hîmê avahiya edliyeyê bi destê xwe kola, li “Edaletê” geriya û got, “Li ku ye Celalê min û Adilê min. Belkim edalet di binê vê axê de be, ez ê bikolim û derxînim.” Piştî ku Şenyaşar axa ku kola avêt ser xwe, kurê wê Ferît Şenyaşar hewl da ku wê bisekinîne. Dûre Şenyaşar got, “Werin alîkariya min bikin. Werin edalet li vir e, em bi hev re derxînin. Dozger, dadger tine ne. Her dera ku em diçinê, me derdixînin. Xwedayê min tu ji wan re nehêle”. Ferît Şenyaşar ê piştî hewldaneke dirêj dayika xwe qaneh kir, destê wê girt û li pêş blokên beton ên li pêş avahiya edliyeyê ku nobeta “Edaletê” digirin, rûniştin. Dayik Emîne Şenyaşar li vir jî lorandina xwe domand.

RIHA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.