Di her fîgûrekê de çîrokek heye

Nûçeyên Çand/Huner

Şemî 29 Hezîran 2024 - 00:39

Koreograf Melîsa Dîktaş 29 salî ye û li Hollandayê hatiye dinê. Dayika wê ji Endonezyayê ye, bavê wê jî ji Sêwasê ye, Kurd û Elewî ye. Dayika wê jî dansvanek e, bavê wê jî bi cureyên govend û bi stranên tembûrê û rîtmên çanda elewitiyê hertim eleqedar bûye. Bi vî awayî Melîsa jî hê di zaroktiya xwe de eleqeya wê li ser dansê destpê dike û dans bûye parçeyeke ji jiyana wê. Melîsa Dîktaş di sala 2016an de ji Akademiya Lucia Marthas a dansê diqedîne û ev 8 sal in ku li gelek deverên bi navê The Voice of Holland/Kids/Flanders, Idols û di hin xebatên navneteweyî de cih girtiye/digire.

Herî dawiyê Dîktaşê piştî Hewlerê berê xwe da Amedê û ev çend roj in ku li kolan û kûçeyên Amedê digere, nas dike û dansa xwe dike. Koreograf Melîsa Dîktaş têkildarî şêwe, wate û naveroka dansa xwe bi bianet kurdiyê re axivî.

Bi rêya dansê hebûna xwe hîs dikim

Melîsa Dîktaşê destnîşan kir ku dansa wê di encama her dû çandan de (Kurd-Endonezyayî) teşe girtiye û got:“Her ku sal derbas bûn min bixwe jî bi lêkolîn û pratîk li dansa xwe zêdetir kir. Piştî min zanîngeh qedand ev 8 sal in ku bi awayekî profesyonelî dansê dikim û her wiha koreograf im. Fîgûrên di dansa min de bi gelemperî ji kêlî, çîrok, êş, evîn û tiştên ku di jiyana xwe de hîs dikim, pêktên.  Di demên ku ez tiştekî hîs nekim de, zêde nikarim dansê jî bikim. Yanî di wê kêliya ku hîs dikim de hîsên xwe bi temaşevanan re jî parve dikim. Bi rêya dansê hebûna xwe hîs dikim û hewld didim bi dansê van hîsên xwe parve bikim. Bi dansê û di her fîgûrekê dansê de min jixwe re zimanek ava kir. Yanî zimanê min ê dansê heye û dema ez derkevim ser dikê jî hewl didim bi vî zimanî xwe îfade bikim û bi temaşevan re parve bikim.”

Mirov nikare ji koka xwe dûr bikeve

Melîsa Dîktaşê bal kişand ser çanda Kurd û got; “Ez jî wek gelek kurdên li Bakûr bi kurdiyeke asîmîlebûyî mezin bûme. Lê bi van hatinên xwe yên Amedê û Bakûr re nû nû çanda xwe keşf dikim. Her wiha dixwazim ku çanda xwe ji nêztir ve nas bikim. Beriya ez werim ser axa xwe hertim min hin kêmasiyên xwe yên di dansa xwe de jî hîs dikir. Lê dema ez hatim hem çûm gundê xwe (Zara) hem jî li Başûr û Bakûr geriyam êdî min ferq kir ku ew kêmasiya heyî çiye. Û niha êdî ez dest bi lêkolînên li ser çanda xwe bikim. Koka xwe ya li vir sexlemtir bikim. Min çanda xwe ya kurdî bi dansê nas kir û bi dansê jî ez vedigerim ser koka xwe.” Dîktaşê di dawiya axaftina xwe de bal bire ser zahmetiyên derfetên dansê yên li Stenbol, Amed û hwd û wiha got:“Şêweyên dansa modern li van deran zêde nayên taswîbkirin. Ji ber  vê yekê jî ez xebatên xwe zêdetir li Ewropayê dikim. Lê bêguman di bingeha tevahiya fîgûrên dansa min de çanda kurd-elewîtiyê bi tevahî çanda Mezopotamyayê heye. Mirov nikare ji koka xwe dûr bikeve.”

BÎANET

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.