- “Wêje Vedenga Êş û Hêviyên Civakê ye”
Bi armanca bipêşxistina zanist û wêjeyê, Dîwana Wêjeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dirûşmeya “Wêje Vedenga Êş û Hêviyên Civakê ye” cara yekem li Rojavayê Kurdistanê di 28’ê Gulanê de li Hola El- Burc a bajarê Qamişloyê hefteya wêjeyê da destpêkirin. Xebatên Hefteya Wêjeyê bi xwendina hellbest, panel, semîner û bi nîqaşên li ser wêjeyê di roja 4’an de dewam kirin. Di roja 3’an a Hefteya Wêjeyê de bi semînera “Jin û Wêje” li ser mijarê nîqaş hat kirin û piştî nîqaşan, helbestên helbestkarên jin hatin xwendin.
Derbarê vê yekê de Berdevka Dîwana Wêjê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Narîman Evdikê wiha axivî: “Di hundirê hefteya wêjeyê de me du roj diyar kirine ji bo wêjeya jinê. Ev beşê me yê duyemîn e ji hefteya wêjeyê. Îro jî roja me ya yekemîn e li ser wêjeya jinê, em semînerekê li dar dixin.
Di hundirê semînerê de pirsgirêkên jinên nivîskar û kêmasiyên aliyê me û civakê tên nîqaşkirin. Jixwe, me îro dixwest em mijarê wiha guftûgo bikin û bi mêvanan re em bigihîjin encameke baş da ku em çareseriyê ji van pirsgirêkan re bibînin.”
Hefteya Wêjeyê dê heta 2’ê Hezîranê (sibe) dewam bike.
JÎNHA/QAMIŞLO