Di gora fîrewnê de şeraba 5 hezar salî

Nûçeyên Jiyan/Civak

Pêncşem 9 Mijdar 2023 - 00:34

Li dinyayê kêm kes hebûn ku weke fîrewnên Misrî yên kevn ji nimayîşê hez dikirin. Piştî ew mirin jî dev ji vê nimayîşê bernedan û ji bo li dinya wî alî jî ev nimayîşa xwe nîşanî xelkê bidin gorên mezin û bi îhtişam çêkirin. Her wiha wan gelek alavan jî bi xwe re bire gorê û ji cem xwe veneqatadin alavan. 

Şahbanûya bi navê Meret-Neith jî yek ji wan fîrewnên Misrî bû ku gelek tişt di gora xwe de dabû veşartin. Gora wê li bajarê bi navê Abydos yê Misrî dimîne û ji bo li dinya wî alî jê re xizmetê bikin di gora xwe ya mezin de gelek odeyan dabû çêkirin. Ji bo 41 xizmetkarî cih dabû çêkirin. Lê tiştê herî balkêş wê di vê gora xwe ya ku dişibiya kompleksê de koleksiyoneke şerabê jî veşartibû. Wê di kûpên ku ji kîlê hatibûn çêkirin de şerab hildabû. Ev koleksiyona wê ya şerabê piştî lêkolînan derket holê. Hin ji van kûpên şeraban hîna jî weke roja ewil saxlem mane û devên wan girtî hatin dîtine.

Sîsikên tirî yên 5 hezar salî

Kûpên şerabê 5 hezar sal berê di gora Meret-Neith de hatibûn veşartin. Ji xwe beriya ew bimire jî weke jineke bi hêz dihate zanîn û hin lêkoler Meret-Neith weke yekem fîrewna jin didan naskirin. Hin alavên ku di gora wê ya mezin de hatine dîtin nîşaneya vî tiştî ne. Ji Zanîngeha Viyanayê Christiana Kohler da zanîn ku alavên di gorê de hatine dîtin pirr xweşik hatine parastin û got; “Em li hember van alavên ku beriya 5 hezar salan di gorê de hatine veşartin matmayî dimînin. Sîsikên libên tiriyan, hin karên destan û dewsa lingên li ser çamûrê pirr xweşik hatine parastin û heya roja îro hatine.”

Lêkolerê şerabê Emlyn Dodd jî got; “Ev kûpên şerabê û her wiha sîsikên libên tirî yên ku di gorê de hatine dîtin weke kifişeke nû dikarin nihêrîna me ya berê ya di vî warî de biguherînin. Nexasim jî di warê çêkirin, bikaranîn û bazirganiya şerabê de. Weke nimûne piştî analîzên van kûpan kîmyasala şerabê ya berê mirov dikare zelal bike, her wiha di warê tehma şerabê û malzemeyên ku hatine bikaranîn de jî mirov dikare hin encaman derbixe.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.