Komeleya Piştgirî Piştevanî Yekitî û Çandê ya bi Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Mirovahiyê Jidestdayî (MEBYA-DER), Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Wanê Sezaî Temellî, namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çep a Kesk ên Amedê, Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), rêveberên rêxistinên navend û navçeyan ên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Çepên Kesk û gelek nûnerên rêxistinên civaka sivîl çûn serdana gora Vedat Aydin ê li goristana Deriyê Merdînê ya navçeya Sûrê.
Di serdanê de Hevserokê HDP’a Amedê, Zeyyat Ceylan got,“Weke cejna her sal, em di vê cejnê de jî dibêjin, alaya azadiyê ya ku we 30-40 sal berê li ba kiribû, îro di destê bi dehhezaran de ye. Ev alaya azadiyê îro di destê milyonan de ye. Kes û zêhniyeta wê demê êrişî Vedat Aydin û gelê me dikir û Kurdistan veguherandibûn gola xwînê, êrişên xwe îro jî didomînin. Lê li hemberî vê zilm û zîhniyetê berxwedaneke bêhempa tê kirin.”
Tu carî te ji bîr nakin
Ji namzetên parlamenteriyê Mehmet Emîn Aktar jî bibîranînên xwe yên bi Aydin re parve kirin û got, “Em gelekî bêriya te dikin. Vî gelî tu ji bîr nekirî û dê te ji bîr neke jî.”
Birayê Vedat Aydinî, Veysî Aydin jî got, “Ev hilbijartin girîng in. Têkoşîna şehîdan heta astekê hat û em ê bi serketinê tacîdar bikin.”
Serdana gora Dîcle Delî kirin
HDP û Partiya Çep a Kesk bi minasebeta cejnê li navçeya Zeytînbûrnûyê jî çûn serdana gora Dîcle Delî ya di Komkujiya Gara Enqereyê de jiyana xwe ji dest dabû.
Hevserokê HDP'ê yê Zeytînbûrnûyê Nezir Erdemci li vir got, heta em bimirin, em ê şopdarê rêya wan bin.
Piştre bavê Dîcleyê, Faîk Delî got, heta azadî bê, ew ê têbikoşin.
MA/AMED-STENBOL