Di cejnê de jî birçî ne

Nûçeyên Jiyan/Civak

Çarşem 28 Hezîran 2023 - 02:45

Bernameya Zad û Qût a Cîhanê ya Neteweyên Yekbûyî (WFP) diyar kir ku li bakurrojhilatê Efrîkayê, tehlûkeya birçîmanê li ser 60 milyon mirovan heye.

Li gorî WFP’ê li herêmê 5 milyon zarokên ji 5 salî piçûktir, nikarin têr xwarinê bixwin.

Li Somalî û Sûdana Başûr, bi hezaran mirov di nava hefteyekê de bi tenê çend caran dikarin xwarinê bixwin.

Di nav sedemên vê krîzê de şewba çûkan, şerên çekdarî, şewbên wekî Ebola û kolerayê û bihayê zêde yê xurekan hene.

Sala 2016’anm 26 milyon mirov ji ber birçîbûnê li heman deverê mexdûr bûn, lê îsal ev hejmar bûye 60 milyon. Neteweyên Yekbûyî berê diyar kiribû ku pêdiviya wan bi 178 milyon dolaran heye lê bi tenê ji sedî 20’ê vî pereyî hatibû peydakirin.

NAVENDA NÛÇEYAN 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.