Dibe ku 500 hezar zarok ji birçîna bimirin

Nûçeyên Cîhan

Çarşem 14 Îlon 2022 - 22:18

  • UNICEF´ê got, di çend hefteyên pêş de yek bi yekev zarok wê bimirin.

Berdevkê UNICEF’ê (Rêxistina Fona Alîkariya Zarokan a Navneteweyî ya Neteweyên Yekbûyî) James Elder ragihand ku li Somaliyê, 513 hezar û 550 zarok ji ber kêm tîmarbûnê dibe ku bimirin. UNICEF´ê got, di çend hefteyên pêş de yek bi yekev zarok wê bimirin.

Temenê van zarokan ji 6 mehan digihîje heta bi 5 salan. Ji ber kêmxwarinê, bergiriya laşê wan lawaz bûye. James Elder her wiha da zanîn ku heger alîkariyeke lezgîn neyê kirin, di hefteyên pêş de ev zarok wê yek bi yek bimirin.

Neteweyên Yekbûyî (NY) li navendên xwedîkirinê yên li Somaliyê, xizmetê dide zarokên ji ber kêmnxwarina akut nexweş ketine. Hat ragihandin ku li Somaliyê hişyariya giran a xelayê dihat kirin, tenê di navbera Çile-Tîrmehê de 730 zarokên ku li navendên xwedîkirinê dihatin dermankirin, mirine.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.