Birçî zêde bûne

Nûçeyên Cîhan

Sêşem 16 Gulan 2023 - 14:20

Li gorî rapora saziya bi navê Krîzên Xurekê yên Global (GRFC) rêjeya mirovên di asteke xeter de birçî ne, sala 2022’yan gihîşt 258 milyon kesan.

Di rapora saziyê de hate ragihandin ku sala 2022’yan Somalî, Efxanistan, Bûrkîna Faso, Haîtî, Nîjerya, Sûdan a Başûr û Yemen, di asta pêncemîn a pîvana birçîbûnê de bûne; ev asta herî nebaş a birçîbûnê ye. Hate ragihandin ku 35 milyon mirov jî di asta çaremîn de birçî mane.

Sala 2023’yan jî hejmara mirovên birçî gihîşt 345 milyon kesan. Ev hejmar hejmara herî bilind a heta niha ye.

Rapora destpêkê ya GRFC´yê sala 2016'an hatibû weşandin û hingê hejmara birçiyên dinyayê 105 milyon bû.

Di raporê de krîzên aboriyê, şer û guhertina avhewayê weke sedemên sereke yên nebûna xurekê û birçîbûnê hatin destnîşankirin. Di nava van sedeman de krîzên aboriyê weke sedema herî giran a birçîbûnê hatin diyarkirin.

GRFC ragihand ku beşeke gelekî mezin a nifûsa cîhanê ji ber rîska birçîbûnê, bêparastin maye û bang li civaka navneteweyî kir da ku ji bo vê mijarê tedbîran wergire.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2023 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.