Iraq îsal birçî namîne
Duşem 1 Tebax 2022 - 21:39
- Rêxistina Xurek û Çandiniyê ya girêdayî Neteweyên Yekbûyî (FAW) ragihand ku li gorî sala bihurî nirxê genim li seranserê Cîhanê bûye du qat, lê îsal Iraq rastî kêmbûna xurekê nayê.
Rêxistina Xurek û Çandiniyê ya girêdayî Neteweyên Yekbûyî (FAW) ragihand ku li gorî sala bihurî nirxê genim li seranserê Cîhanê bûye du qat, lê îsal Iraq rastî kêmbûna xurekê nayê.
FAW´ê daxuyaniyek belav kir û got, “Îsal Iraqê 3 milyon ton gemim kom kiriye û pêwîstiya wê bi 5 milyon ton genim heye. Pêdiviya ku dimîne jî heta dawiya salê wê ji welatên cîhanê yên din hawirde bike. Ev jî vê diyar dike ku îsal li Iraqê ti qeyranên xurekê rûnadin.”
Di dawiya daxuyaniyê de qala bandorên avhewayê yên li ser berhemên navxweyî yê Iraqê hat kirin û hat gotin: “Kêmbûna avê û hişkesalî rê li ber zêdebûna hilberîna genim digire. Ji ber ku Iraq yek ji 5 welatan e ku herî zêde guherîna avhewayê bandorê lê dike.”
Di 30’ê Hezîranê de NY´ê bi raporekê diyar kiribû ku 17 welatên Ereb wê heta sala 2040’an bi hişkesaliyê re rû bi rû bin û 12 welat jî wê di asta bêaviyê de bikevin lîsteya hejariyê. Li gorî hatî diyarkirin Iraq, Sûrî û Sûdan dikevin nava welatên ku bi bêaviyê rû bi rû bibin.
NAVENDA NÛÇEYAN