NY´ê ew ji birçîna kuştin

Nûçeyên Cîhan

Pêncşem 28 Îlon 2023 - 10:10

Hate diyarkirin ku piştî ku NY’yê li Etîyopyayê alîkariya xurekê birrî, hezar û 329 kes ji birçîna mirine.

Neteweyên Yekbûyî (NY) û Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê li Tîgray a li bakurê Etiyopyayê, piştî ku şerê navxweyî lê bi dawî bû alîkariya xurekê birrî; ji ber vê bêhtirî hezar û 300’an kesî mirin.

Li gorî lêkolîna hevpar a Înstîtuya Lêkolînên Tenduristiyê, Wezareta Tenduristiyê û Zanîngeha Mekelle ya li Tîgrayê, ji Mijdara 2022’yan ve ku peymana aştiyê hatiye îmzekirin, li herêmê hezar û 329 kes ji ber birçîmanê mirine.

Ji ber birrîna alîkariyê, her meh hejmara kesên dimirin, zêde dibe, zêdeyî nîvê van kesan li Tîgrayê ji birçîna dimirin.

Li gorî lêkolîna bi tevlibûna xebatkarên tenduristiyê li eyalet û wargehan hate kirin, sedema sereke ya mirinan birrîna alîkariyê ya ji aliyê Ajansa Bipêşveçûna Navneteweyî ya Emerîkayê û Neteweyên Yekbûyî (NY) ye.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.