Birçîbûn û şer di zikhev de ne 

Nûçeyên Cîhan

Duşem 29 Gulan 2023 - 16:19

Neteweyên Yekbûyî (NY) diyar kir ku li Haîtî, Sahel û Sûdanê asta birçîbûnê derketiye herî jor û êdî rewş krîtîk e.

Rêxistina Xurek û Çandiniyê ya Neteweyên Yekbûyî (FAO) û Bernameya Xurekan a Dinyayê (WFP) bi raporeke hevpar diyar kirin ku li Haîtî, Sahel (Bûrkîna Faso û Malî) û Sûdanê birçîbûn derketiye asta jerî jor û ew ji ber vê astê bi fikar in.

Di raporê de hate gotin, birçîbûn ji ber astengkirinan li Haîtî, Bûrkîna Faso û Maliyê ewqasî zêde bûye û li Sûdanê ji ber şerê dawî.

Li Efxanistan, Nîjerya, Somalî, Sûdana Başûr û Yemenê jî birçîbûn gelekî zêde bûye û ev herêm jî li vê lîsteyê zêde bû.

Di raporê de hate diyarkirin di navbera Gulan û Tîrmehê de ji ber fenomena avhewayê ya El Nînnoyê wê fikarên li ser van herêman jî zêdetir bibe.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.