Di çareseriyê de bîr ava kirin

Şemî 22 Sibat 2025 - 03:25

  • Jinên Îrlandayê ku ji bo pêvajoyên şer û pevçûnan bidawî bibin xebatên girîng meşandin, bi tecrubeyên xwe, di vê pêvajoya ku îro pirsgirêka Kurd tê nîqaşkirinê de, bîrek girîng ava dike.

Civîn, muzakere û pêvajoyên çareseriyê yên ku piştî şer û pevçûnên li cîhanê rû didin, ji bo welat û herêmên ku pirsgirêkên wan ên bi heman rengî hene, tecrubeyên girîng pêşkêş dikin. Erdnîgarî, pirsgirêkên civakî, pirsgirêkên nasnameyî, pirsgirêkên etnîkî û çandî ji hev cuda bin jî, çareserî her tim diyalog û muzakereyê nîşan dide.

Di vê pêvajoya ku Rêber Abdullah Ocalan ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd firsendê dide, tecrubeyên cîhanê careke din di rojevê de ne. Di heman demê de têkoşîna jinan û rola ku di van pêvajoyan de lîstiye jî tê nirxandin.

Yek ji van tecurbeyan ya Bakurê Îrlandayê ye.

Pirsgirêkên dîrokî

Bingeha pirsgirêka Îrlandayê di nakokiyên dîrokî, siyasî, olî û etnîkî yên di navbera Îrlanda û Îngilîstanê (Brîtanya) de ye. Her çend koka vê pirsgirêkê vedigere Serdema Navîn, lê bi taybetî di sedsalên 19 û 20’î de girantir bû.

Gel tevli pêvajoya aştiyê bû

Wekî gava yekem, Peymana Belfastê ya di navbera Îrlanda û Îngilîstanê de di sala 1998'an de derket pêş. Bi vê peymanê re ku xalên weke avakirina rêveberiya xweser a li Îrlanda Bakur, danîna çekan û avakirina mekanîzmayeke ku hevkariya di navbera civakan de teşwîq dike, di nav de, biryara statuya Bakurê Îrlandayê jî ji referandûma gel re hat hiştin. Bi vî awayî gel rasterast tevlî pêvajoya aştiyê bû.

Rola civaka sivîl

Di pêvajoya çareseriyê de ne tenê hikûmet û komên siyasî, rêxistinên sivîl, pêşengên olî û înîsiyatîfa aştiyê jî cih girtin. Hin aktorên navneteweyî jî piştgirî dan pêvajoyê.

Jinan çi kir?

Jinan weke pêşengên civaka sivîl, aktorên siyasî û parêzvanên aştiyê di çareseriya aloziya Bakurê Îrlandayê de roleke aktîf lîstin. Bi taybetî Koalîsyona Jinan a di sala 1996’an de hat avakirin, di navbera aliyên şer de diyalog pêk anî. 

Alîkariya malbatan

Jinan bi alîkariya malbat û civakên ku ji pevçûnan bandor bûne piştgirî ji aştiyê re ava kirin. Wan di projeyên avakirina baweriya di navbera civakan de, terapiya trawmayê û lihevhatinê de rolek aktîf lîst.

Kampanya 

Rêxistinên jinan û komên jinan bi organîzekirina xwenîşandan û çalakiyên ji bo aştiyê hişyariya ji bo bidawîkirina pevçûnan bilind kirin. Xwepêşandan bi rêyên aştiyane hatin kirin û banga lihevhatina di navbera her du civakan de hat kirin.

Pêşketina pêvajoyên siyasî

Jinan di siyasî ya kevneşopî ya serdestiya mêr de dengê xwe dan bihîstin û mijarên civakî tevli pêvajoya aştiyê kirin. Pirsgirêkên weke edaleta civakî, tenduristî û perwerdehiyê ji aliyê jinan ve hatin rojeva pêvajoyê.

Tevli hevdîtinan bûn

Di encamê de jinan di çareseriya pirsgirêkên li Îrlandayê de ji bo avakirina aştiyê nêzîkatiyeke afirîner û berfireh nîşan dan. Wan rê li ber xurtkirina diyaloga civakî, piştgirîkirina kesên ku ji pevçûnan bandor bûne û tevlêkirina wekheviya zayendî di pêvajoya aştiyê de kir. Hewldanên aşitiyê yên bi pêşengiya jinan jî di serdema piştî pevçûna li Îrlanda Bakur de ji bo parastina aştiyê tevkariyên girîng kirin.

JINNEWS/NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.