Yekitiya Rewşenbîrên Cizîrê bi sernavê ˊMeha Adarê di dîrok û çanda Kurdan deˊ semînerek da û di semînerê de bûyerên siyasî û civakî ku di ser gelê Kurd de di dirêjahiya dîroka mirovahiyê re derbas bûne hatin nîqaşkirin.
Semîner li Parka Xwendinê ya li taxa Til Hecer a Hesekê hat dayîn. Tê de bi dehan endamên saziyên civaka sivîl, partiyên siyasî, PYDˊê û Partiya Çep a Kurdî beşdar bûn.
Endamê Yekitiya Rewşenbîrên kantona Cizîrê Ebdulxenî Oso gelek nuqteyên der barê dîroka Newrozê û girêdana wê bi dîroka neteweya Kurd û nasnameya wê ve şîrove kirin.
Oso îşaret bi gelekên şoreşan kir ku agirê Newrozê pêxistin û nû bikin, mîna serhildana êl û eşîran, lê ev şoreş bi ser neketin heta şorşa fikrî û têkoşîna leşkerî ya bi pêşengtiya PKKˊê hat.
Endamê Yekitiya Rewşenbîrên Cizîrê Kewser Mardînî behsa têkoşîna gelê Kurd û têkoşîna jina Kurd a li kêlek mêr kir. Her wiha Kewser fedakariyên jinên têkoşer mîna Sakîne Cansiz, Bêrîtan, Leyla Zana û Zîlanê kir û diyar kir ku rola jinan di têkoşîna Kurdî de ber bi azadiyê ve bû.
Endamê PYDˊê Ebdulwehab Bêranî jî behsa hewldana gelek dewletên desthilat kir ku dîroka Newrozê biguherin û navên din lê bikin da ku vê dîrokê ji gelê Kurd bistînin û Kurdan jê xelas bikin. Lê bi saya nivîskar, xwêner û helbestvanan vê cejnê li gel Kurdan cihê xwe girt û parast.
ANHA/HESEKÊ