BERHEM LETÎF  
ROJNEWS/BEXDA

Parlamenterê ji Koma Hîway Kurditan ya Iraqê, Kawa Mihemed diyar kir ku ji bo şandina mûçeyên karmendên Herêma Kurdistanê ji derveyî radestkirina neftê ti rêyeke din nîne û got, heta niha Herêma Kurdistanê naxwaze neftê radestî Bexda bike. Bi vê yekê jî eşkere bû ku siyaseta Mesrûr û Nêçîrvan Barzanî ya ku xwe bi her awayî disipart firotina neftê di ser Tirkiyeyê re, derbeke din li miletê Kurd û xweseriya Başûr xistiye.

Ji destpêka vê hefteyê ve li Parlamena Iraqê nîqaşên li ser bûdceya giştî ya 2021’an dest pê kirine. Heta niha ji bo projeyasaya bûdceyê du rûniştin hatine kirin.
Parlamenterê Koma Hîway Kurdistanê ya li Parlamena Iraqê, Kawa Mihemed diyar kir ku ew li bendê ne ku heta dawiya vê mehê projeyasa ji bo dengdanê were amadekirin.
Kawa Mihemed got, di projeya yasayê de xerca giştî ya Iraqê bi 164 trilyon dînar hatiye diyarkirin, lê dibe ku ev jî dakeve 120 - 125 trilyon dînaran.

Hikûmeta Kurdistanê wê çi bike?

Kawa Mihemed têkildarî para Herêma Kurdistanê jî got; "Ji bo şandina mûçeyên karmendên Herêma Kurdistanê, ji derveyî radestkirina neftê ti rêyeke din nemaye. Ji aliyê Herêma Kurdistanê ve radestnekirina neftê, wiha kir ku ti rêyeke din nemîne. Heta niha Herêma Kurdistanê naxwaze neftê radest bike. Ev rewş jî wê bandoreke gelekî xerab li rewşa aboriya Herêma Kurdistanê bike.”

Ji bo hesabên budceyê buhayê yek bermîl neft 42 dolar û buhayê dolareke Emerîkî bi hezar û 450 dînar hatiye diyarkirin. Para Herêma Kurdistanê ji budceyê ji sedî 12.7 e. Beriya felaketa referandûmê ev par ji sedî 17 bû.