Di asta herî jor de li berxwe didin

Çarşem 14 Tebax 2024 - 02:55

Fermandariya Biryargeha NPG'ê salvegera 40'emîn a Pêngava 15'ê Tebaxê pîroz kir û got:"Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê wê bi Egîdbûnê di sala 41'ê ya têkoşînê de di asta herî bilind de li ber xwe bidin." Di daxuyaniya Fermandariya Biryargeha NPG'ê de hate gotin:"Ruhê berxwedanê yê ku li Zindana Amedê mêtinger têk bir, bi pêşengiya fermandarê me yê nemir hevrê Egîd (Mahsûm Korkmaz) bi Pêngava Gerîla ya Şoreşgerî ya 15'ê Tebaxê gihîşt çiyayên qedîm ên Kurdistanê û meşa azadiyê ya gelê me da destpêkirin ku bi felsefeya Apoyî bû xwedî ruh û ji hemû bindestan re bû hêvî. Gelê me hîn di kêliya destpêkê de bi coşeke mezin xwedî li Ruhê Pêngava 15'ê Tebaxê derket, vê rojê weke Cejna Vejînê ya Neteweyî pîroz dike. Gelê me ku bi Pêngava 15'ê Tebaxê ya pîroz vejîna xwe pêk anî, bi pêşengiya partiya me PKK'ê bû xwedî îadeyeke Apoyî ya xurt ku ji bo azadî û serxwebûnê her astengiyan ji pêşiya xwe radike û xwe ji dayina berdêlan nade alî. Di encama keda bêdawî ya şehîdên me yên nemir de gihîşt vê astê ku şehîdan bi fedakirina canê xwe nirxên herî mezin afirandin, têkoşîna me ji Kurdistanê dan destpêkirin û kirin ku li Rojhilata Navîn û tevahiya cîhanê belav bibe. 

Gerîlayên azadiyê ti carî têk naçin!

Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê, ruhê serketinê yê Pêngava 15'ê Tebaxê ku ketiye sala 40'emîn îro di asta herî bilind de temsîl dikin. Hevrêyên me yên ku li dijî her cûre êrişên li ser xaka Kurdistanê ya pîroz xwe dikin çeper, mîna doh îro jî bersiva pêwîst didin mêtingeran. Bi taybetî li Bakurê Kurdistanê têkoşîneke fedaî ya bênavber tê meşandin. Li hemberî êrişên dagirkeriyê yên berfireh ku 7 salên dawî li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê têne kirin, Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê xaka Başûrê Kurdistanê bi berxwedaneke dîrokî diparêzin. Ji niha û pê ve jî berdêla xwe çi dibe bila bibe bê bêteredût biparêzin. Berxwedana destanî ya li ser û binê erdê di sala 40'emîn a têkoşînê de bi asta teknîkê û pêngavên taktîkî yên li qada hewayî li ezmanên Kurdistanê teknîka herî pêşketî ya artêşa dagirker SÎHA hate beralîkirin. Di heman demê de ezmanên Kurdistanê veguherîn qada çalakiyê ya gerîla, ji hewayê li baregehên artêşa dagirker hate xistin. Dewleta Tirk a mêtinger qirker li gel êrişên xwe yên derveyî mirovahiyê ku teqemeniyên qedexekirî, bombeyên taktîk nukleer û çekên kîmyewî bi kar tîne, li pêşberî gelê Kurd û Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ku pêşengiyê ji govenda azadiyê re dikin, wê ji têkçûnê rizgar nebe. Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ku nîşanî tevahiya cîhanê da ku têk naçe, bi Egîdbûnê wê di sala 41'emîn a têkoşînê de di asta herî bilind de li ber xwe bidin."

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.