Di 9 salan de carekê kurê xwe dîtiye

Çarşem 14 Tebax 2024 - 01:20

Yaşar Bayar ji sala 2015’an  ve girtî ye. Dayika wî Zînê ji 2015’an ve tenê carekê karîye ku kurê xwe yê girtî bibîn, dixwaze ku kurê wî bînin girtîgeheke nêzîk da ku karibe wî bibîne. Zînê dibêje kurê wî bi telefonê axiviye û got,’’Çavên wî nabînin û nayê tedawîkirin. Di hucreyê de bi tena serê xwe ye û nikare lêzimiyên xwe bi cih bîne.’’

Yaşar Bayar (37) ê ku dema Berxwedana Xwerêveberiyê sala 2015’an li navçeya Silopiya ya Şirnexê hatibû girtin, cezayê muebedê yê girankirî lê hat birîn û her wiha bi îdiaya “polîs kuştiye" jî 15 sal cezayê hepsê lê hat birîn. Bayar di hucreya yek kesî ya girtîgehê de hat girtin. 

Bayar ê ku ê ji çav û pişta xwe nexweş e, nikare di hucreyê de pêdiviyên xwe pêk bîne. Malbata Bayar ji bo ku lawê wan bînin girtîgeheke nêz heta niha bi dehan daxwazname dan lê belê bêencam man. Dayika wî Zînê Bayar a ku ji ber bêderfetiyên aborî û dûrbûna rê di nav 9 salan de tenê carekî kurê xwe dîtiye bangawaziya hestiyariyê kir. 

Kurê min bînin girtîgeheke nêzîk 

Zînê Bayar diyar cara dawî dema ku kurê wê bi telefonê axaviye, jê re gotiye ew nikare pêdiviyên xwe yên rojane pêk bîne û got: “Kurê min ev 9 sal in bêsûc û begûneh di girtîgehê de tê girtin. Kurê min ji me dûr kirin. Li bavê wî nexweşiya penceşêrê peyda bûye û keseke min tune ye. Ji ber ku girtîgeh dûr e em nikarin her carê biçin hevdîtinan. Heke di girtîgeheke de nêzîk de bihata girtin em ê biçûna hevdîtinan lê rê pir dûr e û ji ber mesrefê em nikarin biçin. Kurê min niha di hucreyê de tê girtin. Nikare di hucreyê de bimîne’’ û xwest ku kurê wê ji bînin girtîgeheke nêz.

Çavên wî nabînin

Zînê Bayar bi lêv kir ku rewşa kurê wê roj bi roj ber bi xetereyê ve diçe û wiha axivî: “Dixwaze ku raya giştî dengê wî bibihîze. Ji ber rewşa ku kurê min têde ye em gelek diqehirin. 9 sal in di girtîgehê de ye û di van 9 salan de ez tenê carekî çûme hevdîtinê. Hevjîna wî û zarokên wî jî nikarin biçin hevdîtinê. Dema ku em diçin jî em bi rojan di rê de dimînin. Ji bo ku bînin ciheke nêz heta niha me bi dehan daxwazname dan. Lê belê vê daxwaza me bi cih nehatin. Kurê min bêsûc di girtîgehê de tê girtin û tedawiya wî jî pêk nayînin. Çavên wî nabînin. Nabin diktor. Kurê min nikare xwarinekî çêbike û bixwe. Divê ku demildest ji hucreyê bê derxistin." 

MA/ŞIRNEX

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.