Hayao Miyazaki bi filmên xwe yên anîmasyonî û derhêneriya xwe ya serketî bûye weke efsaneyekî. Filmên wî yên weke “My Neighbor Totoro” û “Howl's Moving Castle” hîna jî ji hêla gelek temaşevanî ve tên hezkirin û xelk bi heyranî li van filman temaşe dike. Miyazaki tevî temenê xwe yê mezin (82) hîna jî bi hevkariya Studio Ghibli anîmasyonan çêdike û wisa dixweye ku ew ê zû bi zû teqewît nebe û her biafirîne.

Hayao Miyazakî bi filmê xwe yê dawî yê bi navê “The Boy and the Heron” bûbû endamê “Golden Globe” (Gilovere Zêrîn) û di warê anîmasyonê de xelat wergirt. Ji xwe filmê wî li Emerîkayê pirr hatibû hezkirin û di salonên sînemayê de yek ji wan filman bû ku herî zêde hatibû temaşekirin. Miyazakî ji bo vî filmî çêbike ji serpêhatiyên xwe îlhamê wergirtiye. Film behsa zarokekî ciwan dike ku piştî mirina dayika xwe li gundekî bi cih dibe. Gava zarok li gund bi cih dibe rastî şîrînşahoyekî tê û ev şîrînşaho ji zarokî re dibêje ku diya wî nemiriye. Miyazaki film bi babeteke fantastîk hunandiye.

Merasîma xelatên Golden Globe li Los Angelesê hate lidarxistin lê ne Miyazaki û ne jî endamên Studio Ghibli tevlî merasîmê bûn. Çêkerê filmê “The Boy and the Heron” Toshio Suzuki li ser twitterê peyamek belav kir û got; “Ji serê vê salê ve li Japonyayê bi awayekî trajîk li ser hev erdhej çêdibin. Hîna jî xelk di bin kavilan de ne û gava em vî tiştî dibihîsin dilê me diêşe. Di rewşeke wiha de hêvî dikim ev xelat hêviyekê çêkiribe bi xelkê me re û rûyê wan kenandibe.”

Hayao Miyazakî pişî 82 saliyên xwe care yekem e ku “Golden Globe” werdigire. Wî di sala 2001’an de bi filmê xwe yê “Spirited Away” Xelata Oscar wergirtîbû. 

LOS ANGELES