Di 5 mehan de seyr û sefera dinyayê

Nûçeyên Jiyan/Civak

În 16 Îlon 2022 - 22:36

  • Di dema ciwaniyê de gelek kes dikevin pey xeyalên xwe û dixwazin xeyalên xwe pêk bînin.

Di dema ciwaniyê de gelek kes dikevin pey xeyalên xwe û dixwazin xeyalên xwe pêk bînin. Lê xeyala Mack Rutherford ku hîna ew ciwanekî 17 salî ye, ne ji xeyaleke ji rêzê bû. Wî xwest bi balafirekê li seranserî dinyayê bigere û di vî warî de bibe kesê herî ciwan yê ku bi teyarê li seranserê dinyayê geriyaye. Wî vê xeyala xwe di dawiyê de pêk anî. Piştî 5 meh û rojekê şûnde li mala xwe vegeriya, wî gotibû heta ez gera xwe temam nekim ez ê porê xwe nequsînim. Mack Rutherford bi porê xwe yê dirêj vegeriya û bû xwedî serketineke ku zû bi zû kes nikare pêk bîne.

Li bajarê Sofya dest bi sefera xwe kir

Mack Rutherford gava 16 salî bû, di Adara 2022’an de dest bi rêwîtiyê kir. Wî li bajarê Sofya yê Bulgarîstanê dest bi rêwîtiyê kir û herî dawî piştî ku 5 mehan û rojekê li dinyayê geriya dîsa hat teyara xwe li heman cihê danî. Mack Rutherford bi teyara xwe ya ku navê wê “Sharky” ye vê gera xwe ya dinyayê pêk anî. Wî bi temamî li 52 welatan geriyaye bi vê teyara xwe. 

Rêwîtiya wî ya herî dirêj a di vê gerê de ya ji Japonya ber bi Emerîkayê bû. Ew qederê 10 saetan li asîman ma da ku xwe bigihîne Emerîkayê. Bilindahiya wî ya herî zêde jî li Meksîkayê bû. Bi qasî 12.500 fît bilind bûbû.

Her wiha ew di nav şert û mercên dijwar yên avhewaya gelek welatan de vê rêwîtiya xwe temam kir.

Gava ku ew di 24’ê Tebaxê de li Sofyayê vegeriya hay jê çêbû ku ew bi vê rêwîtiya xwe ketiye “Pirtûka Guinneess ya Rekoran” jî. Wî bi tena serê xwe ev yek pêk anî. 

Xwîşka Mack Rutherfor, Zara Rutherford jî eynî weke wî beriya çend salan bi serê xwe dîsa bi teyareyekê li dinyayê geriyaye û ew jî weke jina herî ciwan ya ku bi tena serê xwe li sernaserê dinyayê geriyaye tê zanîn.

SOFYA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.