Li Wanê di 40 rojên dawî de 5 rojnamevan hatin girtin. Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl li ser van girtinan axivîn û gotin; bi vê dixwazin çapemeniya muxalif "terbiye bikin".
Li Wanê di 40 rojên dawî de 5 rojnamevan hatin girtin. Nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) Adnan Bîlen û Cemîl Ûgûr û rojnamevan Nazan Sala û nûçegihana JinNewsê Şehrîban Abî ji ber nûçeyên xwe yên der barê bûyera helîkopterê de ku welatiyê bi navê Osman Şîban û Servet Tûrgût jê hatibûn avêtin, hatibûn girtin. Herî dawî jî di 24'ê Mijdarê de nûçegihanê ajansa me Dîndar Karataş hatibû binçavkirin û dû re hatibû girtin.
Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl ên bajêr girtina rojnamevanan şirove kirin. Cîgira Serokatiya Giştî ya Partiya Însan û Azadiyê (PÎA) Menîce Gulmez got, her îqtidar dixwaze çapemeniyê têxe nava hin qaliban.
Hevserokê HDP'ê yê Wanê Okkeş Kava jî got: “Bloka AKP-MHP'ê naxwaze civak hay ji bêhuqiqiyan hebe."
Serokê Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Wanê Mûrat Melet jî anî ziman ku Tirkiye ji bo rojnamevanan bûye "girtîgeheke vekirî" û welatê ku herî zêde rojnamevan lê tên girtin Tirkiye ye. Melet got, “Dixwazin çapemeniya muxalif terbiye bikin.
MA/WAN