Di 13 saliya xwe de bavê xwe nas kir

Şemî 15 Sibat 2025 - 02:50

Berdana girtî Îzzettîn Tekmen ê 30 sal in girtiye û niha li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hêjmar 2 ya Amedê ye, 10 mehan hat taloqkirin. Dêrsim Tekmen ku bavê xwe di girtîgehê de di 13 saliya xwe de nas kir got: "Bila ev zilma li girtîgehan bi dawî bibe."

Berdana girtî Îzzettîn Tekmen ê li Girtîgeha Girtî ya Hêjmar 2 ya Ewlekariya Bilind a Amedê tê girtin û 30 sal in girtî ye, ji aliyê Lijneya Îdare û Çavdêriyê ya girtîgehê ve 10 mehan hat taloqkirin. Lijneyê wekî sedem jî da der kur  Îzzettîn Tekmen beşdarî perwerdeyên "kargeh û kursan" nebûye. Mala Îzzettîn Tekmen ê ku bi malbata xwe re li gundê Kanî Mîrbo yê navçeya Misirc a Sêrtê dijiya, di sala 1993'yan de hat şewitandin. Bi şewitandina gund re malbat malbatê neçar ma koçî navenda Sêrtê bike. Zextên li ser malbata Tekmen li navenda bajêr bi dawî nebûn, bi ser mala wan de hat girtin.

Îzzetîn Tekmen di sala 1994'an de bû hedefa leşkeran. ÎzzetînTekmen ê ku di bin navê pevçûnê de hat gulebarankirin. 18 gule li ÎzzetînTekmen ketin û hat gotin ku "miriye" û ew birin nexweşxaneyê. Di encama hewldanên malbatê de Îzzetîn Tekmen li nexweşxaneyê hat dermankirin. Îzzetîn Tekmen ê ku dema tedawiya wî li nexweşxaneyê dewam dikir 10 gule ji bedena wî hatin derxistin û di 13'ê Çileya 1995'an de bi 8 guleyên di laşê wî de ew şandin girtîgehê. Îzzetîn Tekmen ku li Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê ya Amedê dihat darizandin, bi îdiaya "xerakirina yekpareyiya dewletê" cezayê muebedê lê hat birîn. Îzzetîn Tekmen 30 sal in di girtîgehê de ye, tevî 8 guleyên di canê xwe û platîna di lingê xwe de. Îzzetîn Tekmen li girtîgehên Sêrt, Amed, Yozgat, Bandirma û Balikesîrê maye.

Hevjîna Îzzetîn Tekmen, Ayşe Tekmen ji wê demê ve têkoşîna xwe berdewam dike. Ayşe Tekmen a ku di sala 1993'yan de dema bi ser gund de hat girtin îşkenceyên giran ên leşkeran lê hat kirin û piştî ku hevserê wê hat girtin 7 zarokên xwe mezin kir. Ayşe Tekmen a ku dema hevserê wê bi 18 guleyan birîndar bû dozgerî û nexweşxaneyê terk nekir û bi têkoşîna xwe hevserê xwe ji mirinê rizgar kir.

Ayşe Tekmen diyar kir ku ew li gundê ku lê diman bi sewalkarî û çandiniyê re eleqedar dibûn û wiha got: “Sat di 03.00’yan de bi ser mala me de girtin û em birin mizgeftê. Em bi lingên tazî li ser berfê hatin sekinandin. Carekê, di serdegirtina malan de, lekşkerekî dest xist qirika min ku hindik mabû ez bimirama. Bi mudaxileyeke ji nişka ve ez xelas bûm. Tim li hevjînê min dipirsîn. Herî dawî gundê me şewitandin. Em bi traktorê hatin navenda Sêrtê." 

Ayşe Tekmen a 30 sal in li ser rêya girtîgehê ye, zehmetiyên ku jiyaye bi van gotinan vegot: “Em birçî, tî û bê kinc man, lê em bê rûmet neman. Çi dibe bila bibe, me dest ji vê têkoşînê berneda."

Keça  Îzzetîn Tekmen Dêrsim Tekmen a ku dema bavê wê hat girtin 8 mehî bû, di 13 saliya xwe de bavê xwe nas kiriye. Dêrsim Tekmen da zanîn ku li ser daxwaza bavê xwe navê wê kirine Dêrsim û got: “Lê belê Midûriyeta Nifûsa Kurtalanê destûr neda. Nav li ser israra dêya min hat dayîn. Lê vê carê nasnameya mêr hat dayîn. Bi berxwedana dayika min re navê min bû Dêrsim û nasnameya min a mêr hat guherandin. Bila ev zilma li girtîgehan bi dawî bibe. Ne tenê bavê min, gelek girtiyên din jî di vê rewşê de ne." 

MA/SÊRT

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.