Dewreya TAJÊ ya zimanê Kurdî

Çarşem 15 Gulan 2024 - 00:56

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) ji bo dayîkên Şengalê li navenda xwe ji bo fêrkirina xwendin û nivîsandina zimanê Kurdî  dewreyeke 15 rojî rêxistin kir. Perwerdeya TAJÊ rastî eleqeyeke mezin a jinan hat. Jinên tevlî dewreya perwerdeya xwendin û nivîsandina Kurdî bûn, bang li tevahî jinan û dayîkan jî kirin ku xwe fêrî zimanê dayîkê bikin û vê derfetê ji dest nedin.

Endamên Kordînasyona TAJÊ, Hevseroka Meclîsa Gel a Şengalê û endamên saziyên Rêveberiya Xweser tevlî dewreyê bûn.

Dayê Sînem Îbrahîm diyar kir nêzî 15 roje perwerdeya zimanê dayîkê dibînin û got:“Dayîk û jinên ciwan li vir tevlî perwerdeyê bûn. Heya niha em fêrî tîpan bûne. Ev perwerdeyeke gelekî xweşe. Tevî vê temenê xwe jî em hîn gelek tiştan fêr dibin. Divê dayîkên me yên Şengalê xwe fêrî zimanê dayîkê bikin.”

Xalîde Cemal jî kêfxweşiya xwe ji bo vê xebatê anî ziman:“Em niha zimanê dayîkê fêr dibin. Em ê paşê bikarin fêrî zarokên xwe jî bikin ji bo di pêşerojê de bi zimanê hinek din neaxivin.”

Jina ciwan a bi navê Nedo Sado jî diyar kir, ew zimanê xwe yê dayîkê fêr dibin, ji bo zarokên xwe jî bi zimanê dayîkê fêr bikin û neçin zimanên biyanî ne axivin û got:“Em spasiya mamosteya xwe dikin ku ked di ber me de dide. Em hem li vir perwerde dibînin hem jî li malê li ser dersên ku me dîtiye kar dikin. Dema em dinivîsin, zarokên me jî ji me fêr dibin û çav li me dikin.”

ROJNEWS/ŞENGAL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.