Dewleta Tirk ruh bi DAIŞ’ê anî

Pêncşem 5 Mijdar 2020 - 22:54

Di civîna Meclîsa Leşkerî ya Suryan a li gel şandeya Komîteya Azadiya Dînan a Neteweyî ya DYE’yê de dewamkirina sûcên dewleta Tirk ên li dijî xelkê herêmê hate nîqaşkirin. Meclîsa Leşkerî ya Suryan ji şandeyê re fikarên xwe gotin ên li ser dubarebûna komkujiyên DAIŞ`ê bi destê dagirkeriya dewleta Tirk.
Komîteya Azadiya Dînan a Neteweyî ya DYE´yê ji destpêka dagirkeriya dewleta Tirk a li Rojava ve, dixwest hikûmeta Emerîkî Rojava nas bike. Wê ji siyaseta Emerîkî re di asta bneteweyî de digot, tenê bi rêveberiya Rojava hindikayiyên dînî dikarin azad û ewle bin. Heyeta komîteyê, doh bi Meclîsa Leşkerî ya Suryan re li Til Temirê civiya.
Cîgira serokê Komîteya Azadiya Dînan, Nadine Menza bi berdevkê fermî yê Meclîsa Leşkerî ya Suryan a navçeya Til Temirê, Aram Henna û şervanên hêzên parastina jinan Beyt Nehrînê re rûnişt.

Aram Henna behsa sûc û êrişên dewleta Tirk ên li dijî herêmê, bi taybetî gefên wê li dijî pêkhateyên Suryan û Asûrî bi bîr xistin. Henna destnîşan kir ku wan ji şandeyê re zelal kiriye ku dewleta Tirk rêzê ji lihevkirinên agirbestê re nagire û her tim sivîlan dike hedef û komkujiyan dike. Wî ji şandeyê re got, ew bi fikar in ku çeteyên DAIŞ`ê li herêmê vegerin, li gel hebûna dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, û ew her wiha ditirsin ku komkujî dubare bibin.
Şande çû serdana gelek dêrên çeteyên DAIŞ`ê li Til Temirê û gundewarên wê wêran kirî jî.
Piştî bidawîbûna civînê û serdana dêrên wêrankirî, şandeyê berê xwe da Kampa Waşûkanî ya li bajarê Hesekê da ku rewşa koçberan ji nêz ve nas bike û bi rêveberiya kampê re rûne.
Gava nûçeya me dihat amadekirin, dihat payîn ku şande piştî serdana Kampa Waşûkanî civîneke çapemeniyê bi Meclisa Leşkerî ya Suryan re li dar bixe.

ANHA/HESEKÊ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.