Balafira bê mirov û bi çek ya dewleta Tirk a dagirker navenda gundê Boskên ya ser bi bajarokê Ranye ya ser bi Îdareya Raperîn, bombebarankir. Di encama êrişê de 3 welatî birîndar bûn.

Doh balafireke dewleta Tirk a dagirker ya bi çek û bê mirov navenda gundê Boskênî ya ser bi bajarokê Ranya ya ser bi Îdareya Raperîn, bombebaran kir.

Rêveberê bajarokê gundê Boskênî Serhed Resul derbarê êrişê de axivî û got; “Danê nîvro dewleta Tirk bi rêya balafira bê mirov navenda gund bombebarankir û di encamê de 3 kes birîndar bûn.”

Cihê hatî bombebaran kir navenda gunde û li nêzî dikan û malên xelkê ne. Li gorî aghiyan ji her 3 kesên birîndar bûne du ji wan karker in.

Di encama êrişê de malên gund jî zirar dîtin, pencere û deriyên malên xelkê şikestin û tirsek mezin çêbû.

Rêveberê Tenduristiya Giştî ya Ranyayê Ferman Ehmed jî got heta niha du birîndar ku karker bûn, rakirine nexweşxaneyê.

NAVENDA NÛÇEYAN