Dewleta Tirk li dijî doza gelê Kurd e
În 3 Çile 2025 - 02:35
Di derbarê girîgiya yekitiya gelê Kurd û hevkariya bi Rojavayê Kurdistanê re Endamê Serkirdayetî û Berpirsê Malbenda Germiyan a Hizba Şuî Kurdistan Ehmed Mecîd axivî.
Di destpêka axaftina xwe de Ehmed Mecîd îşaret bi guhertinên ku li Rojhilata Navîn rû didin kir û got:“Tê pêşbînîkirin ku li herêmê guhertin çêbin û wê Kurd jî beşek bin ji van guhertinan. Ji bo wê divê hêzên Kurdî yekitiya nava xwe çêkin û li her çar parçeyan xwe ji van guhertinan re amade bikin. Ji ber ku dema em nexwedî yek helwestê bin wê mîna dema Peymana Lozanê tiştek bi destê me Kurdan nekeve.”
Di dewamê de Ehmed Mecîd da diyarkirin ku dewleta Tirk a faşîst li dijî doza rewa ya gelê Kurde û got:“Di destekê dewleta Tirk de şûr ji bo kuştina Kurdan heye, di destê din de jî Quran heye û hêzên îslamî yên tûndrew li dijî Kurdan kom dike. Li milek daxwaza aştiyê dike, li aliyê din jî êrişî ser me dike û me qetil dike. Ji bo wê ger em neyekrêz bin, wê cihê me li ti derê nebe. Ji ber ku dijminên Kurdan zêde ne.”
Dijmin jî wiha nakin
Di dirêjiya axaftina xwe de Berpirsê Hizba Şuî Kurdistan Ehmed Mecîd got:“Niha li Rojavayê Kurdistanê Kurd xwe rêve dibin, hêza wan heye. Li şuna em piştgiriya wan bikin, çima em dijbertiya wan dikin? Divê hemû hêzên Kurdan yên her çar parçeyan xwe kom bikin û yekitiya xwe çêkin. Hêzên serdest danûstandinan li gel neteweyên bihêz dikin, lê mixabin li Rojavayê Kurdistanê ENKS aloziyan li gel QSD’ê derdixe. Nabe ji ber zextên Tirkiye em şerê birakujî bikin. Ji ber ku dijminên me gelek planan ji bo tinekirina me çêdikin.” Di dawiyê de jî Endamê Serkirdayetiya Hizba Şuî Kurdistan Ehmed Mecîd li ser giringiya alîkariya bi Rojava re û astengiyên li pêş de got: “Mixabin dijminên me jî wisa li me nakin bi vî rengî deriyê Fişxabûr li ser Rojavayê Kurdistanê girtine. Diviya me alîkariya madî, xurak û tendirustiyê gihandiba Rojava û birîndarên wan dermankiriba. Weke Hizba Şuî Kurdistan, em dibêjin ger em Kurd in divê em parastinê li welatê xwe bikin û azad bikin.”
ROJNEWS/GERMIYAN