- Nûneriya Başûrê Kurdistanê ya rêxistina insanî ya Emerîkî, Tîmên Avakirina Aştiya Civakê (CPT) ragihand ku êrişa li dijî wesayîta li Ranye, ji aliyê balafira bê mirov ya dewleta Tirk ve pêk hatiye.
Nûneriya Başûrê Kurdistanê ya rêxistina insanî ya Emerîkî, Tîmên Avakirina Aştiya Civakê (CPT) ragihand ku êrişa li dijî wesayîta li Ranye, ji aliyê balafira bê mirov ya dewleta Tirk ve pêk hatiye.
Li bajarokê Çarqurne ya ser bi Îdareya Raperînê balafirek bê mirov wesayîtek bombe kir û di encamê de kesek birîndar bû.
Rêxistina Tîmên Avakirina Aştiya Civakê ya Emerîkayê (CPT) derbarê êrişê de daxuyaniyek da. CPT’iyê di daxuyaniyaxe de got, “Di êrişa balafira Tirkiyeyê ya li ser rêya navbera Çarqurne-Ranyayê ya li ser wesayîtê de, zilamekî 25 salî bi giranî birîndar bûye.”
CPT’iyê da zanîn ku li gorî şahidan, kesekî din jî di êrişê de birîndar bûye, lê aqûbeta wî nayê zanîn.
ROJNEWS/RANYA