Dewleta Tirk kesek qetil kir
Çarşem 6 Kanûn 2023 - 00:47
Balafirên Artêşa Tirk a dagirker doh danê sibehê bajarokê Bamernê ya ser bi Dihokê bombebaran kir, di encama êrişê de welatiyek jiyana xwe ji dest da, yek birîndar bû, yek jî winda ye. Li gorî agahiyên Rojnewsê, di encama êrişê de kesê bi navê Elî Cemîl jiyana xwe ji dest daye û welatiyek din jî birîndar bûye. Herwiha tê gotin di encama êrişê de kesek jî winda ye û heya niha aqûbeta wî nayê zanîn. Hate zanîn ku Elî Cemîl ê di êrişê de jiyana xwe ji dest daye, xelkê bajarokê Batufa ya ser bi Dihokê ye.
NAVENDA NÛÇEYAN