• Dewleta Tirk a ku li hemberî gerîla dişike û ji hêzên gerîla jî derbên giran dixwe, bêserûber Başûrê Kurdistanê topbaran û bombebaran dike.

Dewleta Tirk a ku li hemberî gerîla dişike û ji hêzên gerîla jî derbên giran dixwe, bêserûber Başûrê Kurdistanê topbaran û bombebaran dike. HPG´ê doh bi daxuyaniyekê ev helwêsta dewleta Tirk piştrast kir. 

Artêşa Tirk a dagirker doh gundê Bankê yê bajarokê Batîfa yê ser bi Zaxoyê topbaran kir û jinek birîndar kir.

Li gorî agahiyan topek li nava malan ketiye û di encamê de jineke 42 salî birîndar bû. Her wiha ziyan li xanî û zeviyên welatiyan bû. 

NAVENDA NÛÇEYAN