Dewleta Tirk ji mirovên azad ditirse

Şemî 31 Tebax 2024 - 00:05

Nerazîbûnên li dijî êrişa dewleta Tirk a dagirker ya li dijî rojnamevanan ku di encamê de rojnamevan Gulistan Tara û Hêro Behadîn şehîd bûn didomin. Di derbarê mijarê de rojnamevanên Başûrê Kurdistanê axivîn. Rojnamevan Eyûb Teha derbarê mijarê de got:“Dewlet her tim ji mirovên azad ditirse. Dewlet bûye cinawirê mirovan û mirovatiyê tune dike. Ji ber vê yekê em qetilkirina rojnamevanên bi eşkerekirina rastiyan ve girê didin. Her du jinên rojnamevanên şehîd bûne, pirsgirêkên jinan yên civakê bi awayekî exlaqî anîne ziman. Mixabin medyaya PDK’ê û Rûdaw dibêje “Ew her du rojnamevan çekdar bûn û ser bi PKKê bûn. Ev jî pir eşkere ye ku dewleta Tirk ferman daye wan ku vê antî-propagandayê bikin. Ji ber ku eşkere ye ev her du şehîde tenê xwedî pênûs û hişmendiya azad bûn. Pêwîste tevayî civak, rojnamevan û jin li dijî qetilkirina Gulistan Tara û Hêro Behadîn dengê xwe bilind bikin, li hemû dever û herêman çalakiyên girseyî li dijî erişên dagirkeriyê lidar bixin.”

Rojnamevan Eyad Mihemed jî got:“Bêdengiya desthilatê li gel xelkê Başûrê Kurdistanê gumanan çêdike. Ev tişt li kûdera cîhanê hatiye dîtin ku kesek di mala te de were kuştin û tu xwe bêdeng bikî? Lê ji bo desthilata Kurd ya Başûrê Kurdistanê ku bi xwîna zarokên vî welatî hatiye avakirin, li beramberî qetilkirina welatiyên xwe bêdeng mayîn tenê ji wê re gengaze. Dema ku dewleta dagirker nikare bi rêya zext û tehdîdan rojnamevanên azad kontrol û bêdeng bike, wan qetil dike. Şehîdkirina rojnamevan Gulistan Tara û Hêro Behadîn gelek bi êşe. Divê rojnamevan û her ferdekê vê civaka Herêma Kurdistanê li beramberî vê komkujiyê dengê xwe bilind bike. Divê endamên Parlamentoya Herêma Kurdistanê jî ji bo rawestandina rijandina xwîna Kurdan bikevin nava liv û tevgerê.”

ROJNEWS/GERMIYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.