Dewleta Tirk hevparê qirkirinê ye

Çarşem 6 Tîrmeh 2022 - 22:18

  • Parêzerên Komîteya Edalet ji Êzîdiyan re (YJC) doh li Parlamena Ingilîstanê rapora xwe ya derbarê qirkirina Êzîdiyan û rol û berpirsiyariya dewletan de eşkere kir.

Parêzerên Komîteya Edalet ji Êzîdiyan re (YJC) doh li Parlamena Ingilîstanê rapora xwe ya derbarê qirkirina Êzîdiyan û rol û berpirsiyariya dewletan de eşkere kir.

Li gorî raporê dewleta Tirk ji ber ku hevparê sûc bûye di qirkirina Êzîdiyan de û dewletên Sûrî û Iraqê jî ji ber ku erka xwe ya pêşîgirtina li kuştinan bi cih neanîne, divê li ber Dadgeha Ceza ya Navneteweyî bên dadgehkirin.  

Komek ji parêzerên mafên mirovan ên navdar ev rapor amade kirine. Rapor hewl dide nexasim jî wê wezîfeya dewletan a pêşîgirtina li qirkirinê li ser erdên desthilata xwe bi bîr bixe. Yanî aliyên sêyem jî qirkirinê bikin, ji erka dewletan e qirkirinê asteng bikin. Yanî DAIŞ qirkirin kiribe jî, ji ber ku nekarîne asteng bikin, dewlet jî berpirsiyar in.  

Parêzerên YJC’ê îşaret bi Peymana li ser Qirkirinê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) dikin a ku eşkere îşaret bi vê erka dewletan dike. Sir Geoffrey Nice QC serokê YJC’ê ye. Ew dibêje, “Çerxên heyî karîbûn Êzîdiyan ji wê tişta îro rabihuriya wan e û beşek ji qirkirina wan a qismî ya bihurî ye, xelas bikin.”

Wê Tirkiye, Iraq û Sûriyê bidin dadgehê 

Rapora encama lêkolînên 3 salan, li helwêstên 13 welatan nihêrî. Di encamê de ew gihişt wê encamê ku ji van welatên 3´yan erka xwe ya “avêtina gavên maqûl ji bo pêşîgirtina li qirkirinê” bi cih neaniye.

Heta rapor dibêje lîderên yekî ji wan her sê welatan, yanî yên Tirkiye hevparên qirkirinê ne, ji ber ku sînorên xwe ji çûnûhatina qirkeran re vekirine û di nava van qirkeran de gelek welatiyên Tirkiyeyê bi xwe hene. Raporê wekî din got, dewleta Tirk alîkarî daye perwerdekirina leşkerî ya qirkeran jî. 

Rapor piştre wiha dinivîse: “Rayedarên Tirk zanîbûn û/yan jî bi dilê xwe xwe kor kirin  li wê yekê ku ev ferdên hanê wê vê perwerdetyê bi kar bînin da ku kirinên qededxe li dijî Êzîdiyan bikin.” Bi gotinên zelaltir, rapor dibêje, dewleta Tirk zanîbû ku çeteyên wê hiştiye ji sînoran bibihurin, derfeta perwerdekirina wan a leşkerî ava kiriye, wê qirkirinê bikin. 

Rapor dibêje, îdîayên bi heman rengî li dijî hin welatên Kendavê yên weke Qetarê jî hatine kirin, lê ji bo piştrastkirina vê yekê wan nekariya têra xwe delîlan berhev bikin. 

Divê hesab bê pirsîn

Rapora ji 278 rûpelan bi bîr xist ku Iraqê xwestiye NY qirkirina DAIŞ’ê li dijî Êzîdiyan 
qebûl bike, lê bi xwe kordînasyona lazim bi rayedarên Kurd re nekiriye û tedbîrên lazim ji bo birina devereke ewle a xelkê Şengalê negirtine. 

Rapor dibêje, hikûmeta Sûrî jî nekariya pêşiyê li veguheztin Êzîdiyên kolekirî a ser erdên xwe asteng bike. 

Parêzera mafê mirovan a Ingilîz Helena Kennedy tevî Lord Alton pêşgotina raporê nivîsandiye. Ew dibêjin: “Elaqedarî qirkirina Êzîdiyan behreke bêcezahiştinê heye.” ew bi bîr dixe ku DAIŞ´ê nabe ku li dadgehên navneteweyî bê dadgehkirin, ji ber ku ne dewlete e. Lê her çî dewlet in “wan erka xwe ya pêşîgirtina li qirkirinê ji ber sedemên cihê yên neinsanî bi cih neanî. Heger hesab ji wan neyê xwestin, naxwe soza ´careke din divê neqewime´ pûç û vala ye.”  

LONDON

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.