Dewleta Tirk êrişê Biradostê kir

Pêncşem 7 Kanûn 2023 - 00:28

Balafirên şer ên dewleta Tirk du caran devera Biradost a navçeya Sîdekan a Hewlêrê bombebaran kirin.

Li gorî agahiyên herêmî, balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker deverên Gewrê Sîngan û gundê Bêrkim yên devera Biradost bi dijwarî bombebaran kirine. Heman dever bi dijwarî careke din hatine bombebarankirin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker devera Bamernê ya girêdayî Amêdiyê ya parêzgeha Dohukê xelkê sivîl bombebaran kir û di encamê de kesekî jiyana xwe ji dest da û yek jî bi giranî birîndar bû.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.