• Li Başûrê Kurdistanê ji bo derxistina artêşa Tirk ji xaka Herêm û Iraqê 50 hezar îmze hatin komkirin. Di dema komkirina îmzeyan de ji tevahî beşên civakê welatî beşdarî kampanyê bûn.

Li Başûrê Kurdistanê ji bo derxistina artêşa Tirk ji xaka Herêm û Iraqê 50 hezar îmze hatin komkirin. Di dema komkirina îmzeyan de ji tevahî beşên civakê welatî beşdarî kampanyê bûn. Tê payîn ku roja 30’yê Tebaxê jî îmzeyên hatine komkirin radestî Hikûmeta Herêmê, Hikûmeta Iraq û Netewên Yekbûyî were kirin.
30’yê Hezîranê di çarçoveya pêngava seferberiya Heftanînê de bi pêşengtiya Rêxistina Jinên Ciwan ên Têkoşer û Rêxistina Jiyanewey Gencan kampanya komkirina 50 hezar îmze ji bo derxistina artêşa Tirk ji xaka Başûr hate destpêkirin. Lê ji ber qedexeya hatûçonê ya ji ber virûsê kampanya 5’ê Tîrmehê li tevayî gund, bajarok û navçeyên Herêma Kurdistanê destpêkir. Îmze hem bi awayekî meydanî hem jî li ser înternetê hatin komkirin.
Kampanya îmzeyan ji aliyê ciwanan ve li devera Behdînan, Soran, Silêmanî, Raperîn, Şarezur, Germiyan, Kerkûk û Xurmatoyê bi awayek meydanî hate birêvebirin.
Kampanya îmzeyan 40 rojan dewam kir. 15’ê Tebaxê piştî komkirina 50 hezar îmzeyan, Jinên Ciwan ên Têkoşer li Parka Azadî ya Silêmaniyê bi daxuyaniyeke çapemeniyê dawî li kampanya komkirina îmzeyan anîn.

ROJNEWS/SILÊMANÎ