Dewleta Tirk Colemergê jehrî dike

Duşem 19 Tebax 2024 - 00:30

Dewleta Tirk a narkotîk weke parçeyek ji şerê taybet karakterê xwe yê narkotîk li Kurdistanê dijî ciwanên Kurd bi kar tîne, wan dixe nav çirava narkotîkê, fihûşê û wiha armanc dike ku ciwanên Kurd ji polîtîkayê qut bike û her wiha civaka Kurd ji hundir ve birizîne. Hevseroka DEM Partiyê ya Colemergê Humeyra Armût dijî vê narkotîzma dewletê banga têkoşîna hevpar kir.

Colemêrg ku li sêgoşeya Bakur, Başûr û Rojhilat e, di hedefa polîtîkayên şerê taybet ên dewletê de ye. Bi çarçoveya polîtîkayên şerê taybet ên dewletê de fûhûş, bikaranîna û firotina madeyên narkotîkê, mafya û çetebûyîn zêde bû. Kuştin, êşkence û kiryarên xerab bûne kiryarên rojane. Şêniyên bajêr dibin hedefa wesayitên zirxî û fîşkên polîsan.

Hevseroka DEM Partiyê ya Colemêrgê Humeyra Armût bal bire ser polîtîkaya şerê taybet a dewleta Tirk a dagirker ku li Kurdistanê bi rêya narkotîkê, fihûşê dimeşîne da ku civakê ji hundir ve birizîne û got,"Xasma jî piştî sala 2015'an polîtîkayên şerê taybet bi berfirehî hatin meşandin. Bi giranî li Colemêrg û Şirnexê ev polîtîka hate meşandin. Madeyên narkotîkê bi hêsanî dikevin nava bajêr û têne firotin. Di heman demê de fûhûş jî bi serbestî tê kirin. Ev yek bi giranî ji aliyê wezîfedarên dewletê ve tê kirin. Me dît ku di wesayita polîsan de narkotîk hebû. Mînakên vê yekê gelekî zêde ne."

Dewlet narkotîzmê normalize dike

Humeyra Armût bi domdarî diyar kir bi hilbijartinên xwecihî yên 31’ê Adarê polîtîk re şerê taybet gihaşte asta herî bilind, dewletê giraniya xwe ya ser bajêr. Armût nifûsa zêde ya ciwanan bi bîr xist û got,’’Dewlet dixwaze ciwanan li qadeke teng asê bike. Hewl dide dizî, fûhûş û narkotîkê li vir normal bike. Ev tesadufî nîne, parçeyek ji pêvajoya asîmîlasyonê ye. Festîval û konserên têne lidarxistin jî bi vê armancê ne. Herî dawî li Çelê di festîvalekê de çawişekî pispor destdirêjî li keçeke 17 salî kir. Bûyerên bi vî rengî çalakiyên bi zanebûn e ku ji bo rizandina civakê ya bi rêya ciwan û jinan têne kirin."

Ber bi narkotîkê ve têne tehfdan

Armût her wiha destnîşan kir yek ji polîtîkaya dewletê jî ew e ku ciwanan ber bi metropolan ve bidin koçberkirin, ciwan li wan bajarên biyanî ber bi narkotîkê ve têne tehfdan. Armût got,’’Armanc tinekirina bajêr, valakirina bajêr e, bi vî rengî dixwazin bajêr veguherînin qadeke leşkerî. Çelê êdî veguherî qadeke leşkerî û li her derê hêzên ewlekariyê hene. Li ser Colemêrgê polîtîkaya şerê taybet tê meşandin û dixwazin tirsê biafirînin. Ciwanên ku dixwazin mafê xwe yê şermezarkirinê bi kar bînin dibin hedefa fîşekan. Yên ku bi Kurdî distirên û govendê digerînin têne binçavkirin. Hunermendên herêmî ji ber stranên xwe yên bi Kurdî têne binçavkirin û girtin."

Polîtîkaya dijminatiyê ye

Humeyra Armût herî dawî destnîşan kir polîtîkaya AKP’ê ya li ser Kurdan bi temamî polîtîkaya dijminatiyê ye û got li dijî vê dive xeteke têkoşînê ya hevpar were avakirin: "Di bingeha polîtîkayên şerê taybet de înkarkirina çand, ziman, huner û zimanê Kurdan heye. Armanca wan afirandina kaosê ye. Desthilatdariya AKP'ê ji bo desthilatdariya xwe dewam bike hewl dide bi siyaseta li dijî Kurdan xwe rewa bike. Dawiya dawî Kurdan û zimanê Kurdan qebûl nakin. Polîtîkaya ku AKP dimeşîne bi temamî polîtîkaya dijminatiyê ye. Ji bo pêşî li vê yekê bigire em di nava karekî berfireh de ne û li dijî polîtîkayên şerê taybet divê em xeteke têkoşînê ya hevpar ava bikin."

ANF/COLEMERG

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.