- Artêşa Tirk gelek herêmên Başûrê Kurdistanê dagir kirine. Wê li herêma Bradostê 2 ciwan revandin û birin Tirkiyeyê. Hikûmeta Başûrê Kurdistanê li pêşberî vê yekê hîna jî bêdeng e.
Artêşa Tirk gelek herêmên Başûrê Kurdistanê dagir kirine. Wê li herêma Bradostê 2 ciwan revandin û birin Tirkiyeyê. Hikûmeta Başûrê Kurdistanê li pêşberî vê yekê hîna jî bêdeng e.
Leşkerên dewleta Tirk a dagirker 30'ê Kanûna 2021'ê 2 ciwanên bi navê Ekrem Xelîl Zikrî û Zêdan Nebî Mistefa ên ji gundê Dayla yê ser bi Sîdekanê yê Herêma Bradostê ya Hewlêrê, revandibûn.
Li gorî agahiyên hatine wergirtin, leşkerên Tirk her du ciwan ji Başûrê Kurdistanê revandine û birine Tirkiyeyê. Tê gotin her du ciwan niha li baregeheke leşkerî ya dewleta Tirk a li Şemzînanê ya Bakurê Kurdistanê têne ragirtin.
Tevî ku ev 5 roj in herdu ciwan di nava xaka Başûrê Kurdistanê de ji aliyê leşkerên dewleta Tirk ve hatine revandin, Hikûmeta Herêma Kurdistanê derbarê mijarê de ti helwêst nîşan neda û ti daxuyanî jî nedaye.
Dewleta Tirk jî heta niha derbarê girtina ciwanan de ti daxuyaniyek belav nekiriye.
BEHDÎNAN