Dewleta Tirk a dagirker piştî êrişa roja Yekşemê ya li Çemankê ya Dihokê ku yekser li dijî wesayiteke sivîlan hate kirin, vê carê gundek yê Amêdiyê bombebaran kir.

Êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li Başûrê Kurdistanê yên li ser sivîlan bênavber dewam dikin. Piştî ku roja Yekşemê li Çemankê ya ser bi parêzgeha Dihokê wesayîtek a sivîlan hate bombebaran kir û welatiyek qetil kir, vê carê gundê Guherzê yê Amediyê bombebaran kir. Hate diyarkirin ku di bombeya ku dewleta Tirk avêtiye, li banê malekê ket û bû sedema xisara madî. Hêjayî gotinê ye ku 6’ê Tebaxê li gundê Bilindbasa yê ser bi bajarokê Çemankê yê girêdayî parêzgeha Dihokê wesayîtek sivîlan hate bombebarankirin. Di êrişê de kesê bi navê Alan Îsmaîl jiyana xwe ji dest da û Haşim Şekir jî bi giranî birîndar bû.

NAVENDA NÛÇEYAN