Dewleta Tirk çima li dijî Peymana Stenbolê ye

Nûçeyên Jin

Sêşem 18 Tebax 2020 - 23:59

  • Em dibînin ku civak bi têkoşîna jinên tevgera azad ji rastiya hişmendiya civakeke ‘hesp, jin, çek’ê gihîştiye rastiya hişmendiya ‘jin, Jiyan, Azadî’yê. Bîrdoziya jinê bi felsefeya jiyana azad têdikoşe. Bi dirûşmeya; ‘Jin, Jiyan, Azadî’ jin di heman demê de jiyaneke azad ji bo pêkhateyên cîhanê hemûyan dixwazin.

Enîse ŞÎRÎN

Her roj di medyaya civakî de rastî vê dirûşmeyê têm; ‘Peymana Stenbolê dijîne û diparêze’. Ez dixwazim behsa naveroka peymanê bikim; gelo çi ye, ji bo çi dijîne, girîngiya wê çi ye, ku dijîne, çima alîgirên AKP’ê dixwazin bê betalkirin?
Navê wê ‘Peymana Konseya Ewrûpayê ya li ser Têkoşîn û Pêşîgirtina li Şideta li dijî Jinan û Şideta nav Malê’ ye. Ji ber ku Tirkiyeyê di wê demê de serokatiya Kmîsyona Ewrûpayê dikir; di civîna 11’ê Gulana 2011’an de cara yêkê ev peyman ji aliyê Tirkiyeyê ve hatiye îmzekirin. Ji ber vê navê peymanê wek Peymana Stenbolê tê zanîn. Welatê ku cara yekê pejirandiye û piştgirî daye vê peymanê, dîsa Tirkiye bûye. Di 24’ê Mijdara 2011’an de li parlamentoyê hatiye pejirandin. 46 dewletên Ewrûpayê ew îmze kirine û 32 dewletan pejirandiye.
Peymana Stenbolê bi kurtî ‘jinan, zarokan û her kesê ku di nav malê şideta fîzîkî, cinsî, derûnî û aborî lê dibe, diparêze; mafê jiyanê misoger dike.
Jinan ji şideta mêran, birayan, bavan û hevseran diparêze. Mafê jiyanê diparêze.
Jinan li kargehan, li qereqolan, li kuçe û kolanan ji şidet û destdirêjiya patronan, polîsan û mêran diparêze.
Jinan ji zewaca bi darê zorê diparêze û rê li ber zewicandina zarokan digire.
Peymana Stenbolê, nahêle ku jin li ser navê namûs, adet û kevneşopiyan bên qetilkirin.
Jinan ji kurtaj û nezokkirinê diparêze.
Jinên ku ji ber ziman, çand, bawerî û nasnameya xwe cudakarî li wan dibe, diparêze.
Peyman, piştgiriya jinên penaber dike, wan ji şidetê diparêze, welayeta zarokên wan misoger dike.
Peymana Stenbolê, daxwaza pêkanîna wekheviya cinsî ya civakî dike û şideta li dijî jinê ya ji ber jinbûnê, asteng dike.
Şideta li dijî jinan, wek binpêkirineke mafên mirovan û awayekî cihêkariya li dijî jinan destnîşan dike.’

Tirkiyeyê peyman bi cih neaniye

Peymana Stenbolê peymaneke navneteweyî ye û mafên mirovan û mafên gerdûnî diparêze. Ev Peyman peymana wekheviya cinsî ya civakî ye.
Ji îmzekirinê heta îro, mixabin peyman ji aliyê Tirkiyeyê ve bi ti awayî nehatiye sepandin. Her tim jin hatine girtin, hatine kuştin, hatine wendakirin. Bedenên gerîlayên jin ku ji aliyê leşkerên dewleta Tirk ve hatine kuştin bi awayekî hovane bi awayekî tazî, hatine teşhîrkirin. Wekî Ekîn Wan (Kevser Elturk) di 10’ê Tebaxa 2015’an de. Heta niha bi sedan jin ji aliyê mêran ve hatine kuştin; dest avêtine bi hezaran. Bi sedan zarok hatine revandin û destavêtine wan. Gelek jinên ku hîna zarok in, hatine zewicandin û her tirs, xof û pêkutî li wan tê kirin. Rêveberên Navenda Jinan a bi navê Roza, hatin girtin. Hevserokên şaredariyan, parlamenter û hevserokên saziyên ji bo mafê jinan û civakeke wekhev, hatin girtin.
Kujerên jinan, hatin parastin. Kesên ku dest avêtine zarokan, bi hincetên beredayî bê ceza hatine hiştin. Wek Weqfa Ensar ku dest avêt 45 zarokan, û gelek sazî û dezgehên weke qursên Qur’anê, li gel ku nehatin darizandin, bi parastineke derî aqilan, gotin; ‘bi carekê tiştek nabe.’

Sûcê têkçûnê xistin stûyê Peymanê

Civaka Tirkiyeyê ji aliyê mirovî, çandî, hişmendî, aborî û gelek awayan ve têk çûye. Ji bo vê têkçûnê divê gunehkarek bê dîtin. Ew gunehkar jî peymaneke ku ji azadiya jinê re ji wekheviya cinsan re û mirovahiyê hemûyî re xizmetê dike, Peymana Stenbolê ye.
Ew gunehkar ne serokomar, serokwezîr û wezîrên ev peyman îmzekirî ne yên ku bi ti awayî berpirsiyariya xwe pêk neanîne. Berî neh salan dixwestin ku di qada navneteweyî de bibin xwedî rêzdariyekê, bi lez û bez îmzeya xwe li bin Peymana Stenbolê xistin û di meclîsê de pejirandin. Lê îro ji ber têkçûna pergala xwe, pêdiviya wan bi rêzdariyê nemaye. Ji ber vê yekê dixwazin ku Peymana Stenbolê betal bikin.
Yek ji armancên wan bi betalkirina Peymana Stenbolê jî ew e ku di pergala birêvebirina dewletê ya nû de cihê jina azad û wekheviya cinsên civakî tine ye. Esasê betalkirina peymanê bîrdoziya serdestiya mêran e. Yek mirov, yek serok, yek milet yek ziman û yek cins. Li gorî hişmendiya serdestiya mêr, jin ji bo xizmeta mêr heye, malbat bi mêrê malê dibe malbat û ti mafê jinê tine ye ku nerazî be ji şideta di nav malê de.

Esasê hişmendiya mêrane paşverûtî ye

Rastiya esasê hişmendiya serdestiya mêrane ya Tirkiyeyê ev e: ‘hesp, jin, çek (at, avrat, silah)’. Yanî, mêr hêz e, erk e û jin jî milkê wî ye. Civaka li ser vê rastiyê avakirî, nexweş û têkçûyî ye. Serokê Tirkiyeyê Tayyip Erdogan di axaftina xwe de ji bo vê peymanê dibêje; ‘Li dijî ferasetên ku netewa me ji netewebûnê, malbata me ji malbatbûnê dûr dixe, em ê heta dawiyê têbikoşin.’ Ji bo ku hinek terîqetên li dora wî mane wenda neke, dev ji rastiyên doh pejirandî, îro berdide. Ji bo avakirina civakeke paşverû li gorî berjewendiyên muhafezekaran tevdigere. Civak li ser esasê perwerdeyê nûjen dibin, bi pêş dikevin û dewlemend dibin. Lê li Tirkiyeyê perwerdeya zanistî hat hilweşandin. Piştî wê civakeke ku ne bi hişê xwe bi ajoyên xwe tevdigere hat avakirin. Niha ew civaka ku wan afirandiye û tenê derewan dihebîne, li ber hilweşînê ye.
Gelek kesan li ser betalkirina vê peymanê nêrînên xwe anîne ziman. Armanca di rojevê de girtina betalkirina Peymana Stenbolê ew e ku şideta li dijî jinê ya siyasî û birdozî li tevahiya civakê bê belavkirin. Nêrînên alîgirên AKP’ê yên jin û nexasim jî hin jinên hiqûqnas, min matmayî dihêlin. Yek ji wan jî Parêzer û Dadgera 26 salan, Aynûr Goçmen e. Ew dibêje; ‘Şideta derûnî ya li dijî mêr rawestîne.’ Gelo Aynûr Goçmen dema pênaseya jin û mêr dike, jinê di kîjan kategoriyê de pênase dike. Gelo wek jinekê derengê şevê dikare wek mêrekî bê tirs û bê xof, bi tenê li derve bigere, yan ji derekê biçe dereke din? Gelo xof û tirsa jinê ya her kêliya jiyanê, ne şideteke derûnî ye? Di Tirmeha 2020’an de 36 jin hatine kuştin. Bi dehan zarok hatine revandin û wendakirin. Bi betalkirina Peymana Stenbolê tê xwestin ku şideta bi her awayî ya li ser jinê û mafê jiyana jinê rewa bê dîtin. Di civakeke nexweş de divê hinek têgeh baş werin pênasekirin.

Jin jiyan Azadî

Civaka azad bi perwerdehiya zanistî ava dibe, bi şoreşa hişmendiya civakî pêk tê. ‘Azadiya civakê bi azadiya jinê, dibe.’ Peymana Stenbolê destketiyeke jinê ye. Bi hişmendiya Tevgera Azadiya Jinê îro jin li gel pêkutî û şidetê hemûyî dikarin dengê xwe bilind bikin û zanibin azadiya xwe û azadiya civakê û wekheviya cinsan bixwazin. Di bîrdoziya jinê de jiyaneke azad û wekhev heye. Jin tenê azadiya xwe naxwaze, jin azadiya civakê, azadiya cîhanê dixwaze. Azadî bi wekheviyê pêk tê. Azadiya jinê destketiya ked û hevgirtina jinê ye. Afirandina jiyaneke azad e. Em dibînin ku civak bi têkoşîna jinên tevgera azad ji rastiya hişmendiya civakeke ‘hesp, jin, çek’ê gihîştiye rastiya hişmendiya ‘jin, Jiyan, Azadî’yê. Bîrdoziya jinê bi felsefeya jiyana azad têdikoşe. Bi dirûşmeya; ‘Jin, Jiyan, Azadî’ jin di heman demê de jiyaneke azad ji bo pêkhateyên cîhanê hemûyan dixwazin.
Hevgirtina jinê wê li hemberî tevahiya zordestiyan bi ser bikeve. Jin bi hişmendiya jinbûnê dê bi ser bikeve. Azadiya jinê azadiya civakê ye. Azadiya cinsan, civakê azad dike. Civaka azad jiyaneke azad ku ji sedî sed bi mafên mirovan dimeşe, ava dike. Jiyan bi pirrengî, pirdengî û wekhevî xweş e. Em ê netirsin, bêdeng nemînin û serî netewînin. Em mafê parastina jiyana xwe dixwazin.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.