Jin serwexttir û bê tirs in

Nûçeyên Jin

Yekşem 15 Mijdar 2020 - 15:51

Kampanyaya "Em Xwe Diparêzin" a Tevgera Jinên Azad (TJA) ku di 15'ê Îlonê de dabû destpêkirin, li gelek bajarên Tirkiyeyê bênavber didome.

Aktivîsta TJA'yê Caziye Dûman  anî ziman ku di çarçoveya “Em xwe diparêzin" de jin pir serwext bûne û got: "Jin, êdî bê tirs şideta tê kirin, bilêv dikin." 
Kampanyaya "Em Xwe Diparêzin" a Tevgera Jinên Azad (TJA) ku di 15'ê Îlonê de dabû destpêkirin, li gelek bajarên Tirkiyeyê bênavber didome. Aktivîstên TJA'yê ku li dijî tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan, qirkirina siyasî, taciz, destavêtin û êrişên li ser zimanê zikmakî û baweriyan kampanya dane destpêkirin, heya niha li Wanê di çarçoveya kampanayayê de gelek atolye li dar xistine, civînên jinan çêkirine û çalakiyên cuda li dar dixin. 
Aktivîsta TJA'yê û Hevşaredara Serayê Caziye Dûman ku qeyûm tayinî şûna wê hatiye kirin, kampanyaya navbirî nirxand. Dûman, anî ziman ku heya niha pêwendî bi gelek jinan re danîne û got: "Jinên me bi wan re pêwendî danîne ji sedî 80'ê wan bi şidetê re rû bi rû mane. Xebatên em dikin, li dijî şidetê dibin asteng. Gava tu li derî dixî û jinekê dibînî jî, ev yek ji bo feraseta mêrî dibe cihê tirsê. Ev hem ji bo me hem ji bo jinan destkeftiyek e."  
Dûman, diyar kir ku der barê 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya Li Dijî Şideta Li Ser Jinê jî dixebitin û got: "Em li hemberî pergaleke ku li dijî xweîfadekirina jinê û teşhîrkirina şidetê ditirse têdikoşin. Heya 25'ê Mijdarê em ê gund bi gund û tax bi tax hevdîtinê bi jinan re bikin û ji bo pêşî li ber şidetê bê girtin em ê xebatên xwe bidomînin. Em ê çend roj şûn de kartan ji jinên girtî re bişînin û li bajêr gelek çalakiyan li dar bixin. Bi kampanyayên me re jin serwextir bûne û jin bêtir xwedî li kampanyayê derdikevin."  

MA/WAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.